UtaAmara 10’emîn sala xwe pîroz kir
10:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- UtaAmara ya li bajarê Basbach faliyetên xwe dimeşîne 10’emîn sala xwe pîroz kir.
Weqfa Jinan UtaAmara ku li bajarê Kasbach a Elmanyayê faliyetên xwe dimeşîne, 10’emîn salvegera damezarandina xwe bi şahiyekî pîroz kir. Ji bajarên Lînz, Bonn, Neuwîed û Kolnê Kurd beşdar bûn û li gel vê Elman û ji gelên cuda kes beşdarî bernameyê bûn. Bername di hewaya seyranê de derbas bû. xebatkara UtaAmara Sandra Cray di bernameyê de axivî û diyar kir ku Uta û Amara k udi 2005’an de ji bo peywirê li Kurdistanê bûn di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dane û got her du jin jî xwedî kesayetên xurt bûne û wiha berdewam kir: “Jiyandina bîranîna wan bi hişmendî û xurtkirina jinê pêkane. Yek ji van jî vekirina weqfa jinê bû. Ji bo vê li ser navê wan weqf hat avakirin. Em 10 salên xwe li pey xwe dihêlin. Lê em dizanin ku divê em hîna gelek bixebitin. Divê em berdewam bikin û xebatên xwe pêşdetir bikin.”
Ekîba reksê ya zarokan a Tekoşîn ya Kolnê derket ser dîkê û gel jî govend gerand. Piştre jî Narînxanê stranên xwe gotin. Di bernameyê de standa pirtûk û broşuran a UtaAmarayê hat vkeirin û her wiha xwarinên Kurd û Elman hatin pêşkeşkirin.
(mg\hu)