‘Di derbarê Hurşît Kulter de daxuyanî nedana dewletê manîdare!’

11:41

JINHA

ENQERE - Komîteya Navneteweyî ya li Dijî Windayan (ICAD), têkildarî binçavkirina Hurşit Kulter ê 46 rojin agahî jê nayê girtin daxuyanî da û pirsa "Gelo dixwazin di bin çavan de winda bikin? pirsîn. ICAD, xwest ku Hurşît bê dîtin û pirsa Hurşît li ku ye kir.

Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter di 27'ê Gulana 2016'an de li Şirnexê hat binçavkirin û 46 rojin agahî jê nayê girtin. Têkildarî windabûna Hurşit Kulter Komîteya Navneteweyî ya li Dijî Windayan (ICAD), daxuyanî da. ICAD, pirsa "Gelo dixwazin di bin çavan de winda bikin? pirsî û xwest ku Kulter bê dîtin. ICAD'ê ser navê "Em carek din dipirsin: Hurşit Kulter li ku ye? " daxuyanî da û diyar kir ku malbata wî herî dawî diyar kir ku bi peyama Hurşît şand hat zanîn ku Hurşît di bin çavan de ye û wiha cih da daxuyaniyê: "Hurşît di 27'ê Gulanê de bi peyama twîttera bi navê 'BOF'ê a tîmên taybet hat diyarkirin ku di bin çavan de ye. Wekîlên HDP'ê rewşa wî bir meclîsê. Wekîzê Parastina Neteweyî Fikri Işık, diyar kiribû ku lêkolînên wan ên der barê Hurşit Kulter didome. Lê ji wê rojê heta niha Kulter hêj nehatiye dîtin."

ICAD'ê diyar kir ku li gorî îfadeyên şahidan Hurşit Kulter bi lêdanê û îşkenceyê hatiye binçavkirin. Dîsa diyar kir ku Hurşît birine Midûriyeta Tîmên Tevgera Taybet a girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ya li Gumuştepeyê. ICAD, da zanîn ku piştî 7 roj derbas bûn, hat zanîn ku Hurşît li Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a 23'emîn rasti îşkenceya giran hatiye û xwest dewleta tirk der barê Hurşit Kulter de agahî û daxuyanî bide.

(zt)