Ji Mînbîcê re 200 metre ma

11:57

JINHA

MINBIC – pevçûnên li Taxa El-Hewawnê û Kawşaxa Sebîh Behrat ya li rojavayê bajar di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê û çeteyên DAIŞ’ê de tên jiyîn, berdewam dikin.

Ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê ve ev 41 rojin Operasyona Fermandar Faysal Ebû Leyla hatiye destpêkirin û bi pevçûnên dijewar dimeşe. Pevçûnên di navbera şervanên Meclîsê û çeteyên DAIŞ’ê de tên jiyîn li kawşaxa El-Şerîha û Kawşaxa Sebîh Behrat dijwar bûne. Şervnên Meclîsê ku 200 metre li başûrê bajar û li rojava jî heta 400 metreyî qad ji çeteyan paqij kirin.

Li taxa El-Hezawnê jî şervanên Mînbîcê ji sedî 85 kontrola taxê xistin bin kontrola xwe. Ji bo beşa din ya taxê bê girtin operasyona hatiye destpêkirin berdewam dike. Li vir di pevçûnên hatine jiyîn de 7 çete hatine kuştin û 6 çete jî sax hatin girtin.

(mg\hu)