Şahida înfazê: Em di nava guleyan de man

12:46

JINHA

WAN – Kezban Akdogan a di serdegirtina malan a ku duh têde jinek hati înfazkirin de hati girtin diyar kir ku li gel 6 zarokan 3 saetan dibin gulebarana weayîtên zirxî de mane.

Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armuşê ya Wanê polisên tîmêntaybet ser malakê de girtin. Di serdegirtina malê de polîsan li kolana Surmelî jinek înfaz kirin û jinên bi navê Îrem (35) Kezban (40), Sozdar (23), û Aynur (25) Akdogan jî binçavkirin û birin Şaxa TEM ya Edremîtê. Pîştî îfadeyan Îran û Kezban Akdogan di seat 22.00’an de serbest hatin berdan. Sozdar û Aynur jî ji bo îfadeyan li midûriyeta polîsan tên girtin. Ti agahi li ser jina hatî înfaz kirin nehat zanîn. Di derbarê tiştên hatîn jiyandin de Kezban agahî da.
Kezban a ku serbest hatî berdan wiha behsa buyera dûh kir: “Ez dûh ji navçeyê Geverê ya Colemêrgê seat 09.30’an de hatim Wanê û min avahiya xwe paqij dikir. Wê demê polîs hatin ser malên me de girtin.”

Kezban agahî li ser buyerê dan û diyar kir ku demê wê mala xwe paqij dikir û wiha domand: “Wê demê min dît li ser mala min jî êrîş kirin. Zarokê min gel min bûn. Em çûn û me xwe bi seatan di mezelê de veşart. Zarokên min jî gelek tirsiyan. Kes hawara me nehat. Polîsan mala me jî gulebaran kirin. Di dema gulebaranê de Aynur ê got; ‘Di avahiyê de jin û zarok hene.’ Piştî wê polîs hatin ez û zarokên xwe ji avahiyê derketin. Piştî em derketin polîsan di malê de jî lêgerin kirin. Piştî wê em binçev kirin pêşiyê em birin nexweşxaneya Dursun Odabaşi, piştre em birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Heremê û li wir em birin miduriyeta polîsan. Em hertim dibêjin aştî lê kes guh nade. Em aştî dixwazin.”

'We kes dîtiye?'

Kezban bilêvkir ku dema ew ji malê derketin ji hindirê wesayîtên zirxî polisan digotin: “Zarokên xwe teslîmî hena bike û were.” Kezban da zanîn ku piştî wê zarokên xwe teslîmî malbatekê kir li gel Îrem, Sozdar û Aynur Akdogan ên ku di heman malê de dibin gulebaranê de mayîn girtinbinçavan. Kezban destnîşan kir ku dibin çavan de jî polisan pirsên weke: “Tu kiyê ji ku hatiyê, te kes dîtne? Pirsîne. Kezban diyar kir ku di saetên şevê de pişti ifadeyê ew berdan.

(hk-db/zt)