Konferansa Şaredariyên Rojava bi girtina biriyarên giring dawibu

13:01

JINHA

RIMÊLAN - 1.Konferansa Şaredariyên Rojavayê Kurdistanê bi biryarên girîng bi dawî bû.

Konferansa Yekemîn ya Şaredariyên Rojavayê Kurdistanê ku di 9-10'ê mehê de li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a Rimêlan a ser bi Kantona Cizîrê bi tevlîbûna 400 delegeyan destpêkir, duh bi derengê şevê bi dawî bû. Di konferansê de biryarên girîng hatin wergirtin.

Biryarên di konferansê de hatin erêkirin wiha ne:
-Pejirandina biryarên konferansa jinên şaredariyê
-Di serî de ji rêxistinkirin û çareserkirina pirsgirêkên şaredariyên gundan re pêşîtî were dayîn
-Navendên pêşxistina malbatê, li şaredariya were vekirin
-Vekirina navendên kontrol û tehlîl amadeyên çêkirina înşatan
-Ji xebatkarên paqijiyê re %20 zêdetir ji xebatkarên şaredariyê re heqdest were dayîn
-Qaseyên ziblê li tevahiya kolan û taxan were dayîn
-Ji kesên dixwazin mal lêbikin, di serî de cihê ji bo rewşa awarte çêbikin, paşê ruxset were dayîn
-Sazkirina lijneya hunerî di asta Rojava de ji bo avakirina plana û têkîliyên di navbera kantonan de
-Salê carekê konferansa giştî ya Rojavayê Kurdistanê saz bibe.

(lç/zt)