‘Em bi pênûs û derketina dikê di têkoşina mafdariyê denin’
13:07
JINHA
STENBOL - Hunermend Pinar Aydinlar a ku nobeta kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê dewr girt wiha got, "Ozgur Gundem ne li gel daxwazên dewletê, her li cem rastiyan û gel cihê xwe digire."
Nobeta kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê hat destpêkirin, hunermend Pinar Aydinlar wergirt. Pinar a ku li gel xebatkarên rojnameyê beşdarî civîna nûçeyan bû, pêşniyar û rexneyên xwe berpêş kir. Pinar bi bîr xist ku rojname bi bedêlên giran hatiye roja îro û hîn jî bedêlan dide wiha got, "Ozgur Gundem ne li gel daxwazên dewletê, her li cem rastiyan û gel cihê xwe digire. Li dijî polîtîkayên zilm û zoriyê her tim li gel mezlûman, li gel şoreşê cihê xwe girtiye."
Pinar anî ziman ku bi girtin, binçavkirin û gefan dixwazin her kesên ku bo rojanmeyê piştevaniya xwe didin der binpê bikin û wiha axivî: "Ya ku dikeve ser milê me jî, bi awayekî hêztir cihgirtina li gel hevrêyên xwe ye. Bi baweriya ku ji destê her kesî tiştek tê, divê em li gel hev bin." Pinar sedema xwe yî li Ozgur Gundemê jî wiha vegot, "Ji duh heta îro em baş dizanin ku liberxwedayîna wê bê çiqas rasteqîne ye û ez pê bawerim ku ewqas jî xwemal e."
Her wiha Pinar bang li her kesî kir da beşdarî piştevaniyê bibin.
(zt)