Li Sûrê cil û bergên gelerî qedexene!
13:07
JINHA
AMED – Waliyê Amedê Huseyîn Aksyon li Sûrê geriya û ji cil û bergên li mexezeyan dît nerehet bû û li ser vê yekê polîsên tevgera taybet ketin Çarşiya Şewitî, yek bi yek li esnafan geriyan û tehdîdên wekê hunê van cil û bergan nefroşin, ger hun bifroşin wê ceza li we bê birîn, li esnfafan kirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsên tevgera taybet li Çarşiya Şewitî a dîrokî dukan bi dukan geriyan û gotin fîstan, şal û şepik qedexene û gotin bila ji tezgehan rabin. Polîsan wêneyên dukanan kişandin û tehdîda ‘Em carekê we hişyar dikin, cara duyemîn em hişyar bikin emê 8 hezar TL pere ceza bidin we.’ kirin.
Walî nerehet bûye!
Li gorî agahiya DÎHA’yê hatiye girtin Ahmet Aslan yê şal û şepikan difroşe diyar kiriye ku polîs hatine dukana wî û wêneyên cil û bergên di reyonê d ekişandine û gotiye ev cil û ber qedexene, careke din nefroşin. Ahmet got hefteya borî Waliyê Amedê Huseyîn Aksyon li vir geriyaye û talîmata van cil û berdan daye.
'Tehemula wan ji rengên çandî re tine’
Esnafê bi navê Şaban Taş jî got polîsên hatine dukana wî fularên kesk, sor û zer berhev kirine û got: “Kî ji we re dibêje van kevnikên xwe bifroşin. Ger hun bifroşin emê 8 hezar TL pere li we bibirin. Polîsan flamayên Amed Sporê jî kirin pirsgirêk. Ev rewş wisa bûye ku êdî tehemulê rengên çandî jî nakin.”
'Wê zimanê me jî qedexe bikin’
Huseyîn Demîrcî yê bi salane li Çarşiya Şewitî cil û bergên gelerî difroşe bi lêv kir ku polîsan bi tehdîdwarî axivîne û got: “Min ji polîsan re got heta niha pirsgirêk tinebû. Çima di carekê de hat qedexekirin. Wan jî got wê ji vir şûnde neyê firotin.”
Di 27’ê Adara 2015’an de ji Lijneya Giştî ya Meclîsê Pakêta Ewlehiya Hundir bi dengên parlamenterên AKP’ê hatibû erêkirin û di xalên di vê pakêtê de cih digirin hat gotin ku wê cilên Kurdan wek unîformaya rêxistinê bê hesibandin. Ji ber vê hatibû gotin ku kî van cilan li xwe bike wê heta 3 salan rastî ceza bên.
(gc\hu)