Kampanya îmzeyan li Kantona Kobanê dewam dike
13:31
JINHA
KOBANÊ - Hemleya komkirina îmzeyan ya di çarçoveya 'Pêngavan Şikandina Tecrîda Îmraliyê' ku ji hêla Kongreya Star ve hatiye destpêkirin, li Kantona Kobanê jî berfireh dibe.
Di çarçoveya Kampanya îmzeyan ya bi navê 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' ji hêla Kongreya Star ve hatiye destpêkirin, li Kantona Kobanê jî bi rêxistin û saziyan re hevdîtin tê kirin. Heyeta Kongreya Star ku Hevseroka Meclisa Rêveber a ser bi Rêveberiya Xweser a Kantonê Fewziye Ebdê jî di nav de cih digire, serdana navendên partî, rêxistin û saziyên sivîl yên Kantonê kirin û ji wan pişgtiriya kampanyayê xwestin.
Heyeta Kongreya Star di serî de serdana Navenda Perwerde û Zanista Jinê kirin. paşê Navenda Şaredariya Gel a Kantonê hate ziyaretkirin. Heyetê serdana xwe li navenda TEV-DEM a Kantonê, YCR (Yekîtiya Ciwanên Rojava), Navenda TEV-ÇAND'ê, Rêxistina Sara, Navenda Hêza Parastina Cewherî, Komeleya Tîrêj a Astengdaran, Heyva Sora a Kurd, Navenda PYD'ê, Partina Yekîtiya Demokratî Kurdên Sûriyê, Hevgirtina Terîc û radyoya Arta fm. domand.
Di serdanan de ji kampanyayê re piştgirî hate xwestin û bi tevhî ji hêla rêxistin û navendên navborî belgeya îmzeyan hate îmzekirin.
Tê payîn serdana heyeta Kongreya Star heya pêncşemê bidome û ji tevahiya sazî û rêxistinên ki Kantonê îmze werin komkirin.
(ze/lç/zt)