Ji bo Ozgur Gundemê xwe îxbar kirin

14:02

JINHA

ENQERE - Komek rewşenbir, rojnameger û akademisyen, bi boneya piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê xwe îxbar kirin.

Komek Rojnameger, rewşenbir û akademîsyenên di navde Sibel Ozbudun, Ercan Îpekçî, Fatih Kanat û Temel Demirer jî di navde bi boneya piştgiriyê bidin Rojnameya Ozgur Gundemê li ber Edliyeya Enqereye kom bûn û xwe îxbar kirin. Komê diyar kirin ku rojnamegerên bi boneya piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê tev li Nobeta Gerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê bûn hedef hatin girtin û ji ber vê yekê wan jî li dijî vê helwestê çalakiya "Em xwe îxbar dikin" pêk anîn.

Li ser navê Komê Rojnameger Ercan Îpekçi, bal kişand ser girtina Seroka TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê Rojnamegerê Sînornenas Erol Onderoglu û Nivîskar Ahmet Nesin û diyar kir ku ew jî îmze davên bin vî sûcê wan û ew jî xwe îxbar dikin ku heman sûcî dikin.

Komê piştî daxuyaniyê daxwaznameya îxbarê da Serdozgerê Komarê yê Enqereyê.

(zt)