Jinan konferansa şaredariyên Rojava nirxandin

14:37

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN - Di Konferansa Şaredariyên Rojava de biriyarên derbarê xebatên jinan de hatin girtin.

Di 9-10'ê mehê de li Rimêlan Salona Aram Tîgran yekemîn Konferansa Şaredariyên Rojava hate lidarxistin. Bi tevlîbûn û nirxandinên xwe jinan rengê xwe dan konferansê. Jinên weke delege tevlî konfernsêbun nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka Şaredariya Gel ya Kantona Kobanê Zehra Berkan bal kişand ser rola jinan di konferansê de û wiha got: "Em ji Kantona Kobanê beşdarê Konferansê bûn. Ev konferans bixwe girîngiyeke mezin heye. Min di konferansê de jî bêtir dît ku roleke mezin ya jinê heye. Bi taybet sîstema hevserokatiyê hiştiye ku jin di xebatên şaredariyê de aktîf cih bigire. Jin di bin sîwana Kongreya Star de birêxistin bûye û li tevahiya qadan hebûna xwe nîşan dide. Çawa ku jinê ji şoreşa Rojava re pêşengtî kir, di aliyê rêxistibûn û cih girtin di xebatên civakî de jî heman rol derdikeve holê. Bi giştî konferans serkeftî derbas bû. Biryarên girîng hatin girtin û em hêvîdarin ku pirsgirêkên heyî derbas bibin û di demek nêz de em şaredariyên xwe xutir bikin."

Delegeya Konferansê Zozan Hoşê jî got: "Konferans serkeftî bû, bi coşeke mezin pêk hat. Hin biryar hebûn ku diviya beriya vê bihatana girtin. Biryarên ji bo jinê jî girîng bûn, wek biryara ku ji sedi 10 fon ji projeyên jinê re were veqetandin, ji bo xebatên jinê hewce dikir. Li ser vê bingehê ez ji konferansê re û ji kordînasyona ku hate hilbijartin re serkeftinê dixwazim."

(gb/zt)