Mala Sara Kaya ji aliyê dewletê ve hat talankirin

16:37

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbîna ku bi pêkanînên rêveberiya awarte hat şewitandin û rûxandin, hat zanîn ku mala Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî, ji hêla hêzên dewletê ve wek qerargeh hatiye bikaranîn.

Li Nisêbîna Mêrdînê bi awayekî dijwar li gel domandina pêkanînên qirkirinî, talankirina mal û kargehan jî didome. Li bajarê ku hema bêje avahiyên têkûz lê nemane, hat zanîn ku mala Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî ji hêla hêzên dewletê ve wek qerargeh hatiye bikaranîn û eşyayên li malê hatine talankirin. Hat diyarkirin ku mala Sara ya li Taxa Devrîmê deriyê wê hatiye şikandin û eşyayên bi qîmet yên li malê hatine yaxmekirin.

Li malê li gel belakirin, şikandin û talankirina eşyayan, pêlîstokên zarokan jî hatine şikandin. Her wiha hat dîtin ku pirtûkên li malê bûn jî hemû qetandine û belawelakirine.

(zt)