Desteya Jinê serdana Heyet Wetenî El Erebî kir
17:29
JINHA
QAMIŞLO – Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê, ji bo xebat û têkîliya hevpar derbarê danasîna zagonên jinê li gundên Ereban, serdana navenda Heyet Wetenî El Erebî kir.
Heyetek ji Desteya Jinê çû serdana navenda Heyet Wetenî El Erebî. Ji bo di derbarê xebatên danasîna zagonên jinê de li gundên Ereban jî bi hevpar xebat û têkîlî ava bikin serdan kirin. Bi vê armancê seroka Desteya Jinê Emîne Omer, cîgirên seroka Desteya Jinê Emel Gewriye, Jînda Elî û Ebîr Abûd serdana navenda Heyet Wetenî El Erebî kirin.
Destpêkê Seroka Desteya Jinê Emîne Omer sedema serdanê wiha anî ziman: "Me li bajar û navçeyan derbarê zagonên jinê bi giştî xebatên danasînê de pêk anîn. Bitaybetî jî zagona qedexeya zewaca di temenê piçûk û pir-zewacî li rojeva van xebatan me pêk anî. Ji bo temambûna vê xebatê divê em li gundên Ereb lê dijîn jî xebat bikin. lewma em ji Heyet Wetenî El Erebî jî daxwaz dikin ku di aliyê xebata hevbeş û têkîlî de bi me re hevkar bin."
Emîne bilêv kir ku dê zagonên xwe yên jinan li her sê kantonan berfireh bikin û wiha domand: "Em van zagonan li her sê Kantonên Rojava, bi giştî bidin nasîn. Lewma divê xebateke berfireh bidin meşandin." Emîne li ser rewşa jinên Ereb û pirsgirêkên taybet yên wan axivî û diyar kir ew têdikoşin ku hemû jin li Rojava xwedî mafên wekhev be.
Di dawiyê de jî Emîne ji Heyet Wetenî El Erebî re pêşniyar kir ku piştî Desteya Jinê li gundên Ereb lê dijîn semînerên ji bo mijara zagonên jinê pêş bixin, Heyet Wetenî jî bikaribe wek gava duyemîn bi Meclîsa Rêveber û Meclîsa Zagonsaz re hevbeş li gundan xebatê danasîna zagonên jinê bidin meşandin.
Rêvberê Heyeta Wetenî El Erebî Diktor Mihemed El Neyan bi germî pêşwaziya vê nêrînê kir û got: "Em hazirin bibin alîkar ji bo pêşxistin û danasîna zagonên jinê. Em ê bi vê armancê bi hev re xebat bidin meşandin."
Di hevdîtinê de herwiha mijara pirsgirêkên jinê li herêmê û taybet li Kantonê jî hate goftûgo kirin û di derbarê rewşa tendûrustî û aboriya jinê de jî aliyên lewaz û kêm dimînin jî hate ziman.
(cg/zt)