HDP û DBP çun cihê bûyera înfazê
17:39
JINHA
WAN – Li Wanê piştî di serdegirtina malê ya ji hêla tîmên taybet ve jina bi navê Zîlan Kûrt ku hatibû qetilkirin, heyeta ku ji parlementer, rêveber û endamên HDP û DBP'ê pêk hat, çûn cihê bûyerê.
Li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê duh ji hêla tîmên taybet ve di serdegirtina malê de jina bi navê Zîlan Kurt jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyer û teşhîskirina Zîlan heyeta HDP û DBP'ê ya ku parlementerên HDP'ê Lezgîn Botan û Adem Geverî jî di nav de çûn cihê bûyerê. Heyet li pêşî li cihê bûyer lê qewimî raçav kirin û li ser navê heyetê Parlementerê HDP'ê Lezgîn Botan axivî. Lezgîn diyar kir ku bi van êrîşan re dixwazin îradeya gelê kurd radest bigirin û dest nîşan kir ku dê bi tu awayî niakribin îradeya gelê kurd radest bigirin.
(hk/zt)