Zîlan Kurt ji aliyê hezaran ve hat oxir kirin

20:14

JINHA

WAN – Cenazeyê Zîlan Kurt a li kolana Surmeliya taxa Xaçorta hatî înfaz kirin li axa lê mazin buyî hat definkirin.

Cenaze Zîlan Kurt a li kolana Surmeliya taxa Xaçorta navçeya Rêya Armuşê ya Wanê di serdegirtina avahiyê de hatî înfaz kirin bi merasîmekê hat defin kirin. Li gel endamên DBP, HDP, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan cenazeyê Zîlan li goristana Dogu ya taxa Xaçortê bimerasîmek mazin hat spartina axê. Cenazeyê Zîlan ê bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

Hevseroka Şaxa MEYA-DER’a Wanê Nerîman Urar pêşiyê sersaxî ji malbatê û gel e kurd re xwest û wiha axivî: “Serê gel ê kurdê xweyî şeref saxbe. Em soz didin heval a Zîlan û hemû rêhevalê wê xwîna wan erdê namîne. Bese êdî bila destê xwe li ser zarokê me rakin. Şehîd namirin.”

Pîştî axaftina Hevseroka MEYA-DER’ê birayê Zîlanê Celaleddin Kurt dest jî got: “Di sala 81’an de kalê min sala 2000’an de bavê min, sala 2013’an de birayê min û niha jî xwişka min ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetil kirin. Em tu caran dest ji doza xwe bernadin, em ê berxwebidin.”

Li Taxa kolana Mahîr a taxa Xaçorta Rêya Armuşê konêşînê hat danîn.

(hk-db/zt)