Ji bo Nisêbînê konên piştevaniyê
09:58
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbînê ev 5 mehe qedexeya derketina derve berdewam dike. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ji bo piştevaniya gelê Nisêbînê konê piştevaniyê ava dike.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi polîtîkaya îmha û qirkirinê ya hatiye destpêkirinê malbatan koçî Mêrdîn û navçeyên wê kirin. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava a Mêrdînê bi armanca piştevaniya malbatên koçber bûne, ev 5 mehe kampanyayê dimeşînin. Kampanyaya Piştevaniyê bi rakirina ‘qedexeya derketina kolanê re’ wê li Nisêbînê jî bidome. Komele wê bi gelê Nisêbînêre ku gotibûn wê vegerin xaka xwe û kon vedin re wê kampanyaya kon bidomînin. Di vê konê piştevanî û alîkariyê de wê hewceariyên sereke yên xurekê û ligel vê wê xebatên tenduristî û çêkirina xaniyan jî bimeşîne. Hevseroka komeleyê Hasîbe Mengîrkaon diyar kir ku hewcedariya malbatan bi xurek,nivîn û xaliyan heye û got piştî malbat derbasî Nisêbînê bibîn wê hewcedarî jî zêde bibin û banga seferberiyê li gelê Mêrdînê kir.
‘Divê em xwedî li xwe derkevin’
Hasîbeyê diyar kir ku ev 5 mehe li Mêrdînê xebatan dimeşînin, lê hîna hewcedarî bi piştevaniyê heye û wiha got: “Ev saleke li welatê me şerekî qirêj tê meşandin. Gelê Kurd li koçberiyê tê ferzkirin. Em jî ji bo ku li cem gelê xwe bin me komele li Mêrdînê ava kir. Me got em ji bo alîkariya gelê xwe hewl bidin ku bila muhtacê cihên din nebin. Divê em wek gelê kurd xwedî li hev derketin. Ji me xurek, betanî, nivîn tên. ev van bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Mêrdînê re belav dikin. Em bi 5 hezar malbatî re ketin têkiliyê. Gelê me di nav piştevaniyê de bû. Em ji wan re spas dikin. Em dîsa dibêjin, hîna hewcedarî bi piştevanî û alîkariyê heye.
Banga seferberiyê
Hasîbeyê banga seferberiyê li gelê Mêrdînê kir û wiha pê de çû: “Bila gelê me di nav piştevaniyê de be. Bila xwedî li gelên Nisêbîn, Şirnex, Sîlopî, Geverê derkevin. Ji bo malbatan hewcedarî bi her tiştê jiyanî heye. Ger Nisêbîn vebe emê jî biçin wir û kon vedin. Emê me di alî aborî û hem jî manewî de bibin destek. Emê li kon xurekê belav dikin. Ji bo tamîrkirina xaniyan û tenduristiyê emê bixebitin. Emê piştevaniya Malbata Xwişk-Bira bikin faliyetê.
Ji Komîsyona Komeleya Rojava Adule Aksoyê jî got: “Îro roja yekitî û piştevaniyê ye. Divê em xwedî li hev derketin. Divê em li dijî pergalê serbilindbin.”
(ea-ce/hu)