Qursên havînê yên Şaredariya Peyasê rasti eleqeyek mezin tên

10:27

JINHA

AMED – Qursên havinê yên dibin banê Şaredariya Peyasê de tên dayîn rasti eleqeyek mezin tên.

Gerînendehiya Karê Civakî û Çandê ya Şaredariya Peyasê a Amedê bi qursên hevînê re li Qompleksa Werzîşê ya Amedê, Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn û li Pirka Avjeniyê 5500 kes bi çand û werzîşê re anî bahev.

Bi qursên havînê ya îsal reperwerdehiya akademîk di 2 beşan de ji bo zarok û ciwanan li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn bê pere hat dayîn. Ji bo zarokan û ciwanan perwerdehiya gîtar, tembûr, keman, ribab, lîstikên gel, wênekişandin û tual xêzkirin, ji bo ciwanan tenê perwerdehiya bilûrê, sînema û şanoyê û ji bo zarokan tenê jî perwerdehiya dramayê ku ji alî 25 perwerdekarên pispor ve ji bo 1000 kesan têdayîn.

Bi gişti qursên havînê yên dibin banê şaredariyê de hatin vekirin rasti eleqeyek mezin tên.

(zt)