Sara Kaya: Ji bo Nisêbînê deng bidin

10:38

JINHA

MÊRDÎN – Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku ji roja destpêka dorpêça Nisêbînê di nav gel de ye diyar kir ku divê ji bo Nisêbînê deng bidin.

Li Nisêbîna Mêrdînê ji 14’ê Adarê de ye qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û her diçe girantir dibe. Qedexe ket meha 5’an û her derê bajar ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye wêrankirin. Hevserok Cengîz Kok û hevşaredar Sara Kaya din ava gel de ne û têkidarî mijarê de nirxandin kir.

'Êrîş girantir dibin’

Sarayê got ya herî zêde qedexeya derketina derve lê berdewam kiriye Nisêbîne û got: “Ev nêzî salekêye bi awayekî fîîlî qedexe didome. Lê bi ya dawî re êrîşên giran pêk hatin. Hem bi topan û hem jî bi bombeyên fosforê 6 tax hatin wêrankirin. Li 6 taxên pevçûnên dijwar hatin jiyîn 12 hezar xanî û karkerî hatin hilweşandin.”

'Malbat li ber deriyên morgan hatin cezakirin’

Sarayê di berdewamiyê de diyar kir ku Nisêbîn bi şerekî ku navê wê nehatiye dayîn re rû bir û hat hiştin û wiha got: “YPS’ê di 26’ê Gulanê îlan kir ku şûnde vekişiyane lê êrîş hîna didomin. Heta niha li gor tespîtên me 54 cenaze ji navçeyê derketin. Navê wan ji aliyê hikûmetê ve nayê aşkerakirin. Malbat wisa li ber deriyên morgan dipên. Bi malbatan îşkence tê kirin.”

'Nefreta li dijî gelê Kurd nîşan dide’

Sarayê got 6 tax bi têlan dorpêç kirine û kirine girtîgeha vekirî û wiha got: “Bi hezaran malbat bê mal man. Malên wna hatin şewitandin, hilweşandin. Mala min ne li cihê pevçûnê ye, li taxa Dewrîme lê televîzyona min û gelek alavên min hatine dizîn. Tiştên li dijî mal û xaniyên me tên kirin, hêrsa wan a li dijî Kurdan nîşan dide.”

'Xwedî derketina li Geziyê, ji bo Nisêbînê nîşan nedan’

Sarayê diyar kir ku kesên ji bo Geziyê berxwedan îro ji bo Nisêbînê jî divê bertek nîşan bida û lê mixabin me nêzîkatiyek wisa nedît. Sarayê ji bo bi dawîkirina van pêkanînan bang kir ku divê gelên Tirkiyeyê li dijî vî şerî ku navê wê nehatiye dayîn dengê xwe derxe.

(ekip/hu)