Dayê Bihar: PDK nikar bi tirsê serketinên me asteng bike

12:18

Tuba Akyilmaz/JINHA

ŞENGAL – Her diçel PDK dixwaze bi rêya tirsê serweriya xwe ser Şengalê û tayibetî ji ser jinan bike. Endama Meclisa Avakar a Şengalê Dayê Bihar girêdayî mijarê got: “PDK nikare pêşketina jinên Êzîdî bide sekinandin bi tirsê. Wextê tirsê zû de çûye.”

Zextên PDK’ê ser Şengal û taybet jî ser jinên Êzîdî roj bi roj zêde dibe. Her roj bi şêwazekî cuda dixwazin tirsê di nav miletê Êzîdî de belav bikin û wisa desthilatiya xwe mayîn de bikin. Li ser polîtîkayên şerê taybet ê PDK’ê li ser civaka Êzîdî dide meşandin endama Meclîsa Avakar ya Şengalê Dayê Bihar axivi û got: “PDK dixwaze şerê navxweyî derbixe û berê me bide hevûdin.”

Endama Meclîsa Avakar ya Şengalê Dayê Bihar bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ê PDK’ê û got: “Miletê me koçberbû, çawa wijdana te heye ev zarok û jin hemu bin daran de, ber vê germê mane û tu pê berjewendiyên xwe ketiyê. Gelek miletê me di nav qampên başur de ye. PDK wana wek kole dibîne. Hin miletê me yê ku hatine vir dixwazin têkevin malên vala yên Êzidiyên li başur in. Ew mal yê Êzîdî ya ne. Ewên hatine di van qadan de ber vê germê, çadiran de îdare nakin û dixwazin têkevin malên vala heya xwediyê wan hat. Lê PDK diçe gel wan Êzîdîyên ku di qampên başur de dimînin li ser wan zextê dike û dibêje: ‘Nehêle kes têkeve mala te, tu bihêlî ezê erzaqê te qut bikim.’ Çi ji te hatiye. Tu ji Êzîdiyan çi dixwazî. Tu dixwazî şerê navxweyî nav Êzîdiyan de derbixî. Êzîdî mihacir bûne, ewqas êş didîtiye. Tu çi ji me dixwazî. Ew zarok hemu cihek sî nîne serê xwe têxe ber. Êzîdî tên Êzîdîyan re dibêje nekeve mala min. Bi destê PDK’ê ev tişt li miletê me tê kirin. Tu revî, te milet neparast. Niha ji milet beri hev didî.”

‘PDK’ê tiştek ji bo me nekir’

Dayê Bihar diyar kir ku alikariyên ku ji derve de tê bo miletê Êzîdî ji aliyê PDK’ê ve tên desteserkirin û got: “Te gotiba, wele zêdeyê quweta min e, ez nikarim we biparêzim. Wê demê em dayik ewqas li ser te de nedihatin me yê bigota wele nikare. Te got ku ezê parastina we bikim. Tu revî û niha hin jî êrîşî gelê me dikê. Hinek kes niha tirsa re bi te re ne. Ne bi dil, zimanê xwe bi te re ne. Te tiştek ji bo me nekir. Tu nahêlê em bisitir in. Hezaran insan bin kona de ne. Tu çadiran jî nadê. Rêxistinên mirovan ya navnetewî bo vê miletê tiştan dişine, hun wan tiştan jî dixin bin tasarufata xwe û nadin milet. Dibêjin kê bi me re be emê bidin û kesên belengaz, feqîr jî wisa dimîne. Tu li ser xwîna me siyaset dikî. Miletê Êzîdî li hember ewqas fermanan hebûna xwe parast, ew jî siyaseta herî mezin e. Lê ya ku tu li ser me dimeşînê siyasetek qirêj e. Çadir ji bo miletê me yê vir tê, qeymeqema Şengalê ku em wî ya qebul nakin tenê qeymeqema PDK’ê ye ji bo dostê xwe belav dike. Çi mafê wan heye. Ji xwe gelek alîkarî jî tê ew nav xwe de belav dikin nadin miletê Êzîdî.”

Bihar dest nişan kir ku PDK dixwaze Êzîdî bibin kolê wan û got: “Tu çi ji Êzidiyan dixwazî? Tu dibêjî bibin kolê min. Lê em kolê te bûn berê fermanê, tu desthilatdar bû, kes nikaribû bê te tiştek bikira û cardin jî te em hêlan nav lepên hovan de. Ne rehma xwedê û hevalan ba emê çi bikirana. Derek nebû em berê xwe bidinê. Cihekî me nema bû. Erzaq tê tû nadî, çadir nadî. Însaneyetî bikin, van tiştên qirêj çi dikeve destê we.”

‘PDK nikare pêşketina jinên Êzidî asteng bike’

Dayê Bihar bersiva kesên ku nav miletê Êzîdî gotina belav dikin û dibêjin Dayê Bihar hatiye girtin jî da û got “Ez dengê xwe digehênim hemu miletê me yê Êzîdî, nav milet belav kirine dibêjin ‘me dayê Bihar girtiye’. Tiştek wisa nîne, ez li mala xwe me, li ser kar û xebatê xwe me. Dixwazin bi van tiştana çavê me bitirsînin. Lê bila baş bizanibin ez ne ji şehîtbûna zarokên xwe û ne jî ji canê xwe ditirsim. Heya ew keç û jinên Êzîdî di destê wan hovan de be ez tiştekî natirsîm û karê xwe berdewam bikim. Ez riya şerefê dikim û rastiyê tînim ser ziman. PDK nikare pêşketina jinên Êzîdî bide sekinandin bi tirsê. Wextê tirsê zû de çûye. Êzîdiyên ku tenê rehetiya xwe digerin û wan jinên êsîr nafikirin tenê nasname Êzîdî ne ne ji dil Êzîdî ne. Ez serkeftinê ji hemu Êzîdiyan re ji dil dixwazim.”

(zt)