Ji bo çalakiya edeletê ya vê hefteyê banga beşdarbûnek xurt
13:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- CDK-F’ê ji bo her sê siyasetmedarên jin yên Kurd di 13’ê Tîrmehê de çalakiya edeletê pêk tîne û banga beşdarbûneke xurt kir.
Konseya Kurd a Demokrastîk ya Fransayê (CDK-F) ji bo her sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin her hefte roja çarşemê çalakiya edeletê pêk anî û banga beşdarbûnê kir. Têkildarî mijarê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku ligel ku têkildarî komkujiya Parîsê de dîrok hatiye dayîn jî dozê hîna destpê nekiriye û wiha hat gotin: “Niha jî taloqî dîrokek ne diyar hatiye kirin. Em wek gelê Kurd fikarên me hene. Emê desturê nedin ku vê dozê bidin qurbanê berjewendiyên siyasî. “
Di daxuyaniyê de banga tevlîbûneke xurt hat kirin û hat gotin ku di 13’ê Tîrmehê de roja çarşemê saet di 14’an de hemû kurd û dostên Kurdan bila beşdarî meşa li ber Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê bibin.
Çalakiya vê hefteyê bi pêşengiya SKB’ê pêk tê.
(mg\hu)