Li Mêrdînê mirina bi guman a jinê
14:21
JINHA
MÊRDÎN – Li Mêrdînê li goristanê cenazeyek aydê jina ku xwendekara zanîngehê ye hat dîtin.
Li goristnaa Mardînê ya berê ya girêdayê Mêrdînê duh saet li dora 18.00’an cesedê jinekê hat dîtin. Hat hînbûn ku cenaze aydê xwendekara zanîngehê ya 19 salî Z.D ye. Li gorî agahiyên hatine girtin Z. duh ji bo biçe sûkê ji malê derket û bi dayika xwe re di telefonê de cara dawî axiviye û gotiye wê bê malê. Lê Z ya ku demek dirêj nehat malê bersiva telefonê jî neda. Malbatê agahî da polîsan û êvarê jî cenazeyê Z hat dîtin.
Cenazeyê Z ji bo otopsiyê şandin û morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Bendewariya malbatê jî li ber nexweşxaneyê didome.
(ce-ea/hu)