Jinên Efrînê li hemberi kuştinên jinan bernama çalakiyan derxistin
09:04
JINHA
EFRÎN - Sazî û rêxistinên jinan li Kantona Efrînê programa xwe ya rêze civînan ji bo agahdarkirina gel di derbarê kuştina jinan de diyar kirin.
Ji destpêka salê ve hijmara kuştina jinan li Kantonê zêdebû û gihîşte 10 jinan, bi armanca nîqaşkirina vê rewşê û çareserkirinê di 3'ê yê Tîrmehê de rêxistin, dezgeh û saziyên jinan bi awayeke awarte li hevciviyan. Di civînê de rewşa jinên ku hatine kuştin û sedema wê hatibû gotûbêj kirin. Di civîna ku Kongreya Star, Asayîşa Jinê, Rêxistina Mafê Mirovan, Rêxistina Sara, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, nûnerên jin yên PYD'ê û Weqfa Jina Azad a Rojava amade bûn biryar derket ku di derbarê sedema vê diyardeyê de bi gel re rêzecivîn were çêkirin.
Îro rêxistin û saziyên jinan programa xwe ya hevbeş ku dê ji gel re civînan li dar bixin bi nivîskî eşkere kirin. Di programa nivîskî ya hevbeş a rêxistin, sazî û dezgehên jinan de dem, cih û dîroka civînê hatiye diyarkirin.
Bernama hati derxistin wihaye:
-Civîna yekem dêdi 12'ê Tîrmehê li xeta Rojava ya Kantona Efrînê, li gundê Xelnê û Kefir Şêl seat 18.00'an pêkbê.
-Civîna duyem dê di 13'ê Tîrmehê de li xeta Bakûrê navenda Efrînê li gundê Astêrk û Coqa di heman seatê de pêkbê.
-Civîna sêyem di 14'ê Tîrmehê de li xeta Rojhilatê Kantonê li gundê Qîbar û Comkê, seat 18.00'an çêbibe.
-Civîna çarem 15'ê Tîrmehê li navenda bajar li taxa El zêdiyê û El Mehmûdiyê heman seatê li darbixe.
-Civîna pêncemîn di 16'ê Tîrmehê de li taxa Efrînê ya kevin.
-17'ê Tîrmehê jî civîna şeşemîn li taxa Efrîna Nû li Navenda Civîna Qada Azadiyê di seat 18.00'an.
-18'ê Tîrhemê jî dê civîneke berfireh li navenda TEV-ÇAND ji bo hemû gelê Kantonê were çêkirin.
(fr/hs/zt)