Bi projeya Kabataşê wê veguhestina Stenbolê zehmet bibe

09:11

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL- ‘Înşata Nûkirina Îskele û Navendên Transferê ya Sererastkirina Qada Kabataşê’ di 28’ê Tîrmehê de dest pê dike. Di encama înşatê de wê veguhestina behrê ya Stenbolê bi astek mezin raweste. Jinan bertek nîşanê projeyê dan û gotin wê proje mirovan ji xwezayê bikin û wê pirsgirêka veguhestina Stenbolê zêde bibe.

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezina Stenbolê ve li dijî trafîka zêde ya Stenbolê projeyên rant û wêrankirinê yên cur bi cur hildiberîne û di 28’ê Tîrmehê de di bin navê projeya ‘Înşata Nûkirina Îskele û Navendên Transferê ya Sererastkirina Qada Kabataşê’ hat amadekirin. Gel wê ji 28’ê Tîrmehê û şûnde li şûna îskeleyên otobusên behrê, motor û vapuran wê îskeleyên din bikar bînin. Welatiyên her roj diçin dibistanê, kar ji vê projeyê ne agahdarin. Me bandora vê projeyê ji welatiyan pirsî. Welatiyan diyar kirin ku ger înşat dirêj berdewam bike wê bandorek mezin li ser wan çêbibe.

'Em qada girtî naxwazin’

Cavîde Arslan diyar kir ku li Zanîngeha Mîmar Sînan dixebite û got: “Di rewşa ku îskele bê girtin bê bandorek xerab li jiyana me bibe. Riya min wê dirêj be. Di alî aborî de emê zehmetiyan bikişînin. Rêya derbasbûnê ya di projeyê de hewce nake. Ez texmîn dikim ku wê gelek kes vê rê bikarneynin. em qadeke girtî naxwazin.

'Ev proje wê mirovan ji xwezayê qût bike’

Cavîdanê got şaredar hewcedariyên welatiyan û daxwazên wan tine dihesibînin û got: “Pereyên tên xerckirin bacên me ne. Me kesên van biryaran didin hilbijart. Lê tiştên em naxwazin dijîn. Bi vê projeyê mirovan ji xwezayê qût dikin.”

'Ez naxwazim îskele rabe’

Gulîstan Tekînê jî wiha got: “Ez naxwazim îskeleya Kabataşê bê rakirin. Ev proje fêdeya wê ji trafîka Stenbolê re tine. Bi vê projeyê wê veguhestin zehmet bibe.”

Emma Austen jî got ew di hefteyê du caran îskeleya Kabataşê bikartîne û got: “Di alî veguhestinê de îskeleya Kabataşê girînge. Dema îskele bê girtin bikaranîna rêyên din wê zehmet be.”

(tm/hu)