Piştgiriya ji bo kampanya îmzeyan pêl bi pêl mezin dibe

09:15

JINHA

QAMIŞLO- Kampaniya îmzeyan a ku Buroya Pêwêndiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, daye destpêkirin, didome.

Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo balê bikşînin li ser tecrîda şidandî ya li girtîgeha Îmraliyê pêk tê, di çarçoveya piştgiriya kampanya îmzeyan ya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' hevdîtinên xwe bi rêxistinan re didomînin. Bi vê armancê heyetek ku ji endama Buroyê Mekiye Hiso, Cîgira Seroka Kongra Star Welîde Botî û endama rêveberiya Komeleya Newroz a Çand û Civakê Henan Osman pêk dihat, serdana rêxistinan kirin.

Heyetê serdana navenda MSD'ê ya li Qamişlo kir. Piştre serdana navenda giştî ya TEV-DEM'ê hate kirin. serdana heyetê li Desteyên girêdayî Rêveberiya Xweser Desteya Diravî, Desteya Têkiliyên Derve û Desteya Geştyarî û Parastina Şûnwaran hate kirin. Di hevdîtinan de bi ser navê heyetê Welîde Botî xwest ku ji kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin re piştgirî bidin. Ji tevahiya nevendan ji kampanyayê re destek hate dayîn û belgeya kampanyayê hate îmzekirin.

Kampaniya îmzeyan li tevahiya Rojavayê Kurdistanê didome.

(lç/hu)