'Dewlet pir dixwaze bila penaberên Sûriyê li Enqereyê bi cih bike'
10:02
JINHA
ŞIRNEX - Gelê Şirnexê yên ku di konên berxwedanê de dijîn bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê yên bicihkirina penaberên Sûrî ya li Kurdistanê dan û wiha axivîn: "Dewlet pir dixwaze bila penaberên Sûriyê li paytexta xwe Enqereyê bi cih bikin. Hewce bike zarok û neviyên me jî dê li ber xwe bidin û destûrê nedin vê yekê."
Şirnexiyên ku 121 roj in ji ber êrîşên hêzên dewletê koçî gund û bajarokên Şirnexê kirine, bertek nîşanê polîtîqayên AKP'ê yên ku penaberên Sûriyê li bajarên Kurdîstanê bi cih bikin dan. Jina ku ji ber zilma dewletê koçî Konutên Sêgîrgê kiriye û li vir kona ku bi destên xwe vedayî dijî. Fatma Îstek da zanîn ku ji ber ku destên wê ji Şirnexê nabe li hemberî bajêr konê xwe vedaye û li vir di nava şert û mercên giran de dijî. Fatmayê got ku tu hêz nikare wan ji axa wan bike û wiha axifî :" Me heya niha li ber xwe daye em ê heya dawiyê jî li ber xwe bidin. Ger me dest ji axa xwe berdaba em jî dê çûban bajarekê Tirkiyeyê wek penaberan jiyaban. Lê em ê heya mirînê li Kurdistanê bijîn, polîtîqayên AKP'ê jî qebûl nakin.”
'AKP dixwaze DAIŞ'ê li Kurdistanê bi cih bike'
Îsme Sîpkî jî bal kişand ser polîtîqayên dewletên ên salên 90'î heya niha û wiha got: "Ji salên 90'î heya niha me gelek caran koçberî jiyaye. Ji ber wê jî bicihkirina penaberên Sûriyeyê ya li Tirkiyê û Kurdistanê polîtîkaya dewletê ya xelaskirina Kurda ye. Hêzên dewletê bi zorê em ji Şinexê koçber kirin. Ji ber ku me nedixwest dest ji mal û warê xwe berdin, li hemberî Şirnexê 5 meh e kon veda û bi gelek zehmetiyên jiyanê re dijîn. Li gundê Bilmadê bax û baxçeyên me hene lê ji ber ku dewlet her roj bombebaran dike em nikarin biçin wir jî."
Îsmeyê diyar kir ku polîtîkaya AKP'ê ya nû bicihkirina DAIŞ'iyan ya li malên Şirnexan e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "AKP niha jî dixwaze DAIŞ’iyan li malên me yên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine şewitandin û xerabkirin bi cih bike. Bi vê yekê dixwazin Kurdan ji Kurdistanê xelas bikin. Ev bi sedan salan e Kurd li vê axê dijîn û dewletê hê jî fêm nekiriye ku ew dê nekaribin Kurdan xelas bikin. Heger gelekî dixwazin bila penaberên Sûrî li paytexta xwe Enqereyê bi cih bikin."
'Em ê berxwe bidin'
Civanê bi malbata xwe re li gundê Avgamasiya di kon de dijî Ramazan Bakma jî bi lêv kir ku bi salan e dewleta Tirk polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Şirnexê dimeşîne û wiha axivî: "Daxwaza dewletê ew e ku gelê kurd li ser bajarên wan bike penaber, lê divê gelê kurd li hemberî polîtîkayên dewletê rabe û polîtîkayên dewletê yên qirêj vale derbêxe. Tenê rêyek me heye ew jî heya dawiyê berxwedan û tekoşîn e. Gelê kurd bi nerazîbûna xwe dikare li hemberî planên dewletê derbikeve."
(kom/hu)