Li Şakranê girtî di nav tecrîdê de dijîn

10:17

Bêrîtan Elyakut / JINHA

AMED – Girtîgeha Şakranê ya bi pêkanînên xwe yên giran tê zanîn, keça Hatîce Yaşar ya girtiye vegot. Nevîn Uralê diyar kir ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û got: “Dayika min got xwarinê nadin wan, gardiyan heqeret li wan dikin û gelek tiştên wan hatine desteserkirin. Rêveberiya girtîgehê jî ji bo îradeya girtiyan bişikîne serî li her pêkanînê dide.

Di çarçoveya polîtîkayên serokkomar Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê de zextên li ser girtîgehan didome. Hatîce Yaşar ya 60 salî ku li girtîgeha Şakranê dimîne, di 6’ê Gulana 2015’an de hat girtin û salekî li girtîgeha Amedê ma piştre di 13’ê Adara 2016’an de şandin Şakranê.

Hatîceya ku surgunê girtîgeha hat kirin, rastî tecrîd û zextan hat û tevî ku rewşa wê ya tenduristiyê ne başe jî nabin nexweşxaneyê. Keça Hatîceyê, Nevîn Ural tiştên ku dayika wê dijî ji JINHA’yê re vegot û wiha berdewam kir: “Divê heyeteke ku ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk tên biçin girtîgehê û lêkolînê bikin.

'Xwarin jî têde her tişt qedexeye’

Nevînê got mehek berê berê dayika xwe dîtiye û lê pirsgirêkên li girtîgehê ji me re negot. Nevînê wiha berdewam kir: “Dayika min ji parêzerên xwe re gotiye. Dayika min gotiye xwarinê jî nadin wan û gardiyan li wan heqeretê dikin, gelek tiştên wan hatine desteserkirin.” Nevînê got dayika wê pirsgirêkên tenduristiyê dijî, lê dayika wê nabin revîrê û got: “dayka min ji lingê xwe dilê xwe emelyet bûye. Em ji bo raporê çûn nexweşxaneyê gotin rapor tine. Ji ber vê emelyet nekirin.”

Pêkanînên dij mirovahî

Nevînê bi lêv kir ku dayika wê nekare li xwe binêre û got rewşa dayîka wê ya di bin tecrîdê de ye girantir bûye. Nevînê got girtîgeha Şakranê pêkanînên dijmirovahî dimeşîne û dixwazin îradeya girtiyan bişikînin. Nevînê wiha berdewam kir: “Em bang li hemû raya giştî dikin. Bila li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”

(mm/hu)