‘Pirzewacî berhema çanda desthilatdariyê ye’
11:57
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR-Jinan pirzewacî wek berhemeke çanda desthilatdariyê pênase kirin û dan zanîn ewê li dijî vê yekê di nav têkoşînê de bin.
Jinên Rojavayê Kurdistanê kiryarên çanda desthilatdariyê bi tevahî lêpirsîn dikin û li ser bingeha bidestxistina mafên xwe, nêzîkatî û rê û resmên dijberî mafên xwe red dikin. Li beramberî pirzewaciyê jî jin bi bilindkirina asta têgihiştina xwe têkoşîn dikin. Jinên bajarê Til Temir nêrînên xwe di der barê vê mijarê de anîn ziman.
Pirzewacî yek ji kiryarên ku bi sîstema zayendperest re pêşketiye û hema bêje li piraniyê cihên bandora zihniyeta zilam tê de bi giranî serwer e, pêk tê. Ev diyarde di nav civakên girtî û muhafezekar yên xwedî baweriyên ola Îslamiyetê wek yek ji şertên Şerîetê jî tê dest girtin. Li beramberî pirzewaciyê, pir navend û saziyên jinan jî têkoşîn dikin. Pirzewacî ku di Zagona Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê qedexe hatiye kirin, bi tevahî ji holê ranebûye û bi awayeke veşartî pêk tê. Lewma rêxistin û dezgehên jinan bi rêbazên cuda hewla têkbirina wê didin. Têkildarê mijarê jinan nêrînên xwe parve kirin.
Rêvebira Mala Jinê û endama Meclîsa PYD'ê Menal Mihemed nirxandin kir û got: “Dîroka vê diyardeyê ji dema serdestiya zilamê desthilatdar tê. Paşê di ola Îslamiyetê de jî derbas dibe. Di esas de jin li dijî jinê tê bikaranîn ku mirov dikare bêje ev ji dema Sûmeran heya niha tê. Di pirzewaciyê de her du jin mexdûr dibin. Pir kevneşopiyên paşverû jî hene dibin sedem keç an serhewî bizewicin an jî bi zilamên temen mezin re bizewicin. Wek mînak dema ku keçik temenê wê hinek mezin bibe, wê neçarê vê yekê dikin. Banga me ji jinan re ewe ku bi tu awayî pirzewaciyê qebûl nekin. Dema ku jinek serhewî dizewice ne tenê jiyana xwe jiyana jineke din jî xirab dike û pê re jî desthilatdariya zilam xurtir dibe. Her jin bila hişyar û bi agahî tev bigere."
Rêvebira Mala Jinê ya bajar Şemsa Remezan Şêxmûs ji derbarê mijarê de axivî û got: "Çima pirzewacî çêdibe? Ji ber ku zilam her tiştek ji xwe re helal û rewa kiriye. Ji ber vê dixwaze timî vîna jinê bişkêne. Mafê jinê dide wendakirin. Di pirzewaciyê de sulte û serwerî dibe ya zilam. Di demên borî de jinan xwe û mafên xwe nedizanî. Pirzewcî jî qebûl dikir. Lê bi felsefeya Rêber Apo re ev rewş guhertiye. Jin nema bêmafî û zilmeke wiha qebûl dike. Herçend hîna jî hin jin hene ku serhewî dizewicin. Li beramberî vê em bi perwerde û civînan jinan agahdar dikin ji bo tişteke wiha qebûl nekin."
Şemsa di dawiyê de jî wiha got: "Dikare were gotin heya asteke bilind jin nema serhewîtiyê dipejirin. Divê em xwe ji çanda desthilatdariyê û bandora wê li ser jiyana jinê rizgar bikin. ev jî bi têkoşînê dibe."
(en/hu)