Leyla li ser milê jinan hat oxirkirin

12:20

JINHA

ÊLIH- Cenazeyê Leyla Okalîn (Hêvî Havîn) a di 5'ê Tîrmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, li ser milê jinan hat oxirkirin.

Malbatê û rêveberên MEYADER'ê cenazeyê Okalin ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin û anîn Êlihê. Darbesta cenazeyê Okalîn di ketina bajarê Êlihê de ji aliyê sedan kesan ve bi tilîlî û dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Girseya gel, bi konvoye ji sedan wesayîtî, cenaze bir goristana Girbereşkê. Di merasîma li vê derê de bi hezaran kes amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP û DBP'ê jî di merasimê de amade bûn. Girsê li ser goristanê ji bo şehîdên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin. Birayê Leyla Okalin Tûran Okalîn li ser gorê axivî û diyar kir ku ji bo azadiya gelê Kurd û dilsoziya bi bîranîna şehîdan re, ew ê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin û wiha got: "Piştî her şehadetê em hîn bêhtir xwe li têkoşînê digirin. Di encama vê têkoşînê de wê gelê Kurd azad bibe."

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku ew dê ala cangoriyên têkoşîna azadiyê her bilind bikin û wiha got: "Navên têkoşerên azadî û wekheviyê wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de bên nivîsandin."

Jinan darbesta Okalîn hildan ser milê xwe û birin li gorê bi dirûşmeyên "Şehît namirin" spart axê. Piştî definkirinê dua hatin xwendin û girse belav bû.

(ekip\hu)