Li Efrînê civînên ser kuştinên jinan despêkirin
13:49
JINHA
EFRÎN - Civînên bi armanca agahdarkirin û pêşîgirtina kuştina jinan li Kantonê destpê kirin.
Rêxistin û saziyên jinan li Kantona Efrînê di 12'ê Tîrmehê civîneke berfireh li dar xistin û di derbarê rewşa jinan, bi taybet jî zêdebûna kuştina jinan nîqaşên berfireh meşandin. Duh jî rêxistinên jinan plansaziya xwe ya hevbeş weşandin û diyar kirin ewê li navçe û bajarê Efrînê civînên bi gel re lidar bixin. Bi vê mebestê niştecihên gundên Xilnêr, Marate, Kifir Şîl, jin û zilamên endamên sazî û komînan li Dibistana Şehîd Zagros ya li gundê Merata civiyan. Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir.
Endama Kongreya Star Çîçek Mihemed axivî û encama ku ji şoreşa Rojava bi pêşnegtiya jinê derketiye holê wiha anî ziman: "Ruxmî pêşketinên heyî yên jinan, dîsa jî bûyerên wek kuştin, îşkence û piçûkxistina jinê çêdibe. Ev li Efrînê jî heye. Li beramberî vê divê were zanîn ku zihniyeta zilamsalar yê ku bi kevneşopiya kevin tev digere, êrîşê jinê dike. Hîna zihniyeta ku bedena jinê namûs dibîne ji holê ranebûye û yên ku wiha dibêjin bixwe êrîşê jinê dikin, tecawûz pêk tînin û di bin navê namûsê de jî dikujin. Ruxmî ku divê di rewşên tecawûz û destwerdanê de zilam were damezirandin."
Çîçek wateya namûsê jî wiha şîrove kir: "Namûs ne bedena jinê ye ax, rûmet û hemû destkeftiyên welatê me naamûsa me ye. Divê jin û zilam jî wiha pênaseya namûsê bikin û zilam êdî wek bêrê bi pênaseyên şaş nêzîk jinê nebe."
Çîçek bi bîr xist ku di demên dawî de 10 jin bin navê namûsê de hatine kuştin û wiha pê de çû: "Hîna bi çavên kevneşop û zihniyeta kevin li jinê tê mêzekirin. Sazî û dezgehên jinan jî divê ji bo pêşxistina wekheviya di navbera jin û zilaman de xebat bikin. Ji bo jin û zilam karibin bi hev re bijîn, pêdiviya wan bi perwerdeyê heye."
Civîn bi pirs û bersivan dawîbû.
(lç/zt)