Ji bo endama YPS'ê Zîlanê mewlûd hat dayîn

14:56

JINHA

WAN - Ji bo Endama YPS'ê Zîlan Kurt ( Sarîna Ronahî Rohat) a li kolana Surmeliya taxa Xaçortê jiyana xwe ji dest dayî mewlûd hat dayîn.

Ji bo Endama YPS Zîlan Kurt (Sarîna Ronahî Rohat ) mewlûd hat dayîn. 10'ê tîrmehê li kolana Surmeliya taxa Xaçortê navçeya Rêya Armuşê ya Wanê olîsên tîmên tayîbet ser malan de girtin. Di pefçuna piştî serdegirtina malan çêbuyî de Zîlan jiyana xwe ji dest da. Piştî definkirinê ji bo Zîlanê konê şînê danîne. Bi kon ve wêneyên Zîlanê hilawistine. Bi tevlîbûna Parlementerê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Reveberîyên navend û navçeyên DBP, MEYA-DER, TAY-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan di konê şînê de ji bo Zîlanê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de Hevseroka Şaxa MEYA-DER'a Wanê Nerîman Urar axivî.

Nerîman bang li kurdên ku hîna têkiliya wan li gel AKP'ê heyî kir got : "Her çiqas serdegirtin zêde bibin em jî dê ew qas xurtir bibin û berxwedana xwe mazin bikin. Di darbeyên Hikumeta AKP'ê nehatiye guhartin. Me serê xwe ji bo Kenan Evren û Tansu Çîlerê ne tawand û em tu caran jî sere xwe na tawînin. Bila serê malbatê saxbe. Çi şoreş bê bedel çênabe. Ev bedelên me dayî hemû mizgîniya aştiyê û serkeftinê ye. Şoreş nêzikbûye.


Piştî Nerîmanê Parlementerê HDP'ê Wanê Adem Geverî jî wiha axivî: "Bila hemû kes baş bizane ku em axa xwe ji bo xayîna nahêlin. Rêhevala me Zîlan şehîda Kurdistanêye. Em ê berxwedana wê heya dawiyê berdewam bikin. Ev berxwedan dê serbikeve."

(hk-htk/zt)