Saziyên Jinan li hember tecrîdê kampanya îmzeyan mezinkirin
15:05
JINHA
QAMIŞLO - Kampanya îmzeyan a ku bi pêşengtiya Buroya Pêwêndiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, îro saziyên jinan tevlî bûn.
Bi pêşengtiya Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star xebatên komkirina îmzeyan ji rêxistin, sazî û dezgehên li Rojavayê Kurdistanê didome. Kampanya îmzeyan ku ji bo dawîkirina tecrîda şidandî ya li girtîgeha Îmraliyê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê, heya niha ji hêla bi dehan rêxistinan ve hate îmzekirin. Heyetek ji buroyê îro jî ji bo piştgiriya kampanya îmzeyan ya 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' hevdîtinên xwe bi rêxistinan jinan re domand. Bi vê armancê heyetek ku ji endama Buroyê Mekiye Hiso û endama rêveberiya Komeleya Newroz a Çand û Civakê Henan Osman pêk dihat, di serî de serdana navenda Yekîtiya Ragihandina Jina Kurd a Rojava (RAJIN-Rojava) ya li bajarê Qamişlo kirin.
Di vê hevdîtinê de piştî ku Mekiye Hiso armanca kampanyayê anîz ziman. Paşê endama Komîteya Rêvebir a RAJIN-Rojava Jiyan Hêvî piştgiriya vê kampaniyê diyar kir û got: "Kesayeta Rêber Apo, bi fikir û felsefiya xwe û bi berhemên xwe yên ji bo azadiya jinê tê nasîn. Heya niha tu serok wek Rêber Apo ji bo jinê tiştek nekiriye. Lewma ev karê ku we destpêkiriye jî xebateke pîroz e." Jiyan Hêvî bi navê RAJIN-Rojava belgeya kampanyayê îmze kir.
Heyetê paşê serdana Navenda Aboriya Jinê ya Qamişlokirin.
Di vê hevdîtinê de jî ji hêla endama navendê Sebah Îbrahîm ve pêşwazî bûn. Sebah diyar kir ew jî tevlî vê kampanyayê dibin û girîng dibînin.
Di serdana dawî ya heyetê de jî navneda Kongreya Star a li Kantona Cizîrê hebû.
Cîgira Seroka Kongreya Star Welîde Botî jî da zanîn ku ew wek Kongreya Star serkêşiya kampanyayê dikin û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê dê têkoşîna xwe bilind bikin.
Kampanya îmzeyan dê bi berfirehî bidome.
(lç/zt)