Ji jinên Malagel ji bo kampa havînê standa piştevaniyê

15:11

JINHA

ENQERE-Jinên Malagel ku dibêjin ‘Em jiyanê rêxistin dikin, têkoşînê mezin dikin’ li Seferîhîsar a Îzmîrê di kampa havînê ya jinan ya ku îsal ya sêyemîn pêk tê, hatin cem hev. Jinan ji bo lêçûna kampê îro standa piştevaniyê vekirin.

Jinên Malagel ji bo lêçûnên kampa havînê ya jinan ku îsal ya sêyemîn pêk tê, li Cadeya Yukselê standa piştevaniyê vekirin. Jinên ku patîle û çay çêkirin, firotin bi şîara ‘em têkoşînê mezin bikin’ banga piştevaniyê kirin.

Standa piştevaniyê vekirin

Jin ji bo qezencên têkoşînax web ikin yek û têkoşîna jinên nîqaş bikin di 21-25’ê Tîrmehê de li kampa havînê tên cem hev. Ji mala gel Nebiye Mertturk axivî û got standa piştevaniyê ji bo lêçûnên kampê vekirine.

'Jin daketin kolanan û serî hildan’


Nebiyeyê got di demeke ku ji muxalefeta civakî deng derneketiye derketine kolanan û serî hildane û wiha got: “Em dixwazin têkoşîna jinê bilintir bikin. Emê bi jinên mala gel re bên cem hev. Emê bernameya têkoşîna xwe biaxivin.”

'Emê mijarên rojevê nîqaş bikin’

Nebiyeyê got di kampê de wê atolyeyê ava dikin biaxivin û got: “Emê mijarên paşverûtî, têkoşîna jinê, têkoşîna LGBTÎ, îstîsmara zarokan, şîdet, tacîz, tecawiz û parastina cewherî nîqaş bikin. Her wiha mijara herî girîng jî aştiye.”

Nebiyeyê got ji bilî atolyeya nîqaşê wê reqsên latîn, boyaxkirina keviran, çenteyan û fîlman nîşan bidin. Nebiyeyê di dawiya axaftinê de da zanîn ku her jin û têkoşîna jinê ji bo wan gelek bi nirxe.

(mc/hu)