Yekem runiştina doza qetilkirina zaroka 6 salî hat dîtin
15:57
JINHA
QAMIŞLO - Yekemîn rûniştina doza kujerê zaroka 6 salî ya ku hatî îdeakirin ji hêla zilamê bi navê Mihemed Xelîl Fetah tecawûz lê hatiye kirin, paşê jî hatiye kuştin hat dîtin.
Di 10'ê adara sala 2016'an de li taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo zarokek keç a 6 salî kuştî hate dîtin. Di encama lêpirsînê de hate eşkerekirin ku kesê bi navê Mihemed Xelîl Fetah (62) ji taxa Elbişêriyê ya Qamişlo bi du kesên din re ew zarok tecawiz kirine û qetil kirine. Yekemîn rûniştina dozê li Dadgeha Gel a Qamişlo hat dîtin.
Di 10'ê adara 2016'an de li taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo zaroka bi navê Qemer Idrîs ji malbateke ji Helebê ku ev 6 sale koçber bûne, li bexçeyeke nêzîk goristana Xirîstiyan kuştî hate dîtin. Asayişa Gel lêpirsîn dabû destpêkirin. Di 14'ê adarê de Mihemed Xelîl Fetah li ser şikayeta jinekê ku îdea dikir wî ji keça wê ya 15 salî re nameya evîndariyê nivîsiye, hate girtin. Di lêpirsînê de eşkere bû ku Mihemed Xelîl destê wî di kuştina Qemer Idrîs de heye, hat binçavkirin.
Di encama lêpirsîna Asayîşê û beşê lêkolîna Dadê de, Mihemed Xelîl Fetah vê sûcî îtraf kiriye û li ser vê bingehê doza wî ji Dadgeha Gel re hate şandin. Di saet 11:30'an de yekemîn rûniştina dozê hate destpêkirin. Di rûniştinê de malbata zaroka hatî kuştin jî amade bû. Mihemed piştî ku tewana xwe di dadgehê de îtîraf kir, herwiha navê hevkarên xwe jî da û got ku ev sûç pîlana du kesên koçber ji Helebê bi navê (E.E) 23'ê salî û (M.E) bi temenê 25 bû. Ew kes li Qamişlo dijîn û revandin, tecawizkirin û kuştina wê plan kiribûn.
Mihemed di dadgehê de ji bo parastina xwe jî îdea kir ku beriya ji malê derkeve hebên Kobra vexwariye. Mihemed got: "Paşê ez çûm ser gora bavê xwe ya li goristana Qidûrbeg, piştî wê min keça bi navê Qemer dît, min şekir jê re kirî, paşê min ew bir odeyeke ku xirabûye û tu kes nabîne. Li wir min û (E.E) û (M.E) ew zarok tecawiz kir û min bi xwe bi beneka botê ew xeniqand."
Her wiha malbata Qemer jî çîroka kuştina keça xwe ji dadgehê re wiha anîn ziman: "Keça me saet 14'an piştî nîvro ji mal derket da ku bi hevalên xwe re bilîze. Em wê rojê li her derê lê geriyan û me ew nedît, di eynî rojê de saet 19'an de kurê me ji derve hat got ku her kes kom bûye û xwîşka min hatiye kuştin. Berî ku em bigihêjin cihê bûyerê Asayîş gihiştibûn wir, li Baxçeyê Qidûrbeg hate dîtin. Asayîşê ew birin da ku sedema vê bûyerê nas bikin, di saet 12'ê roja din de me keça xwe spart axê."
Dadgehê duyemîn rûniştina dozê taloqî 28'ê tîrmehê kir.
(hs/cg/zt)