Dayikên Aştiyê cara 37 jî gotin gel aştiyê dixwazin

16:11

JINHA

STENBOL - Meclîsa Dayikên Aşitiyê di hefteya 37'emîn de jî li ber Qesra Dolmabahçeyê dubare daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û vegera li Mutabakata Dolmabahçeyê kir.

Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Stenbolê ên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û vegera li Mutabakta Dolmabahçeyê her hefta li ber Qesra Dolmabahçeyê tên gel hev û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Di çalakiya xwe yî 37'emîn de jî dayikan daxwaza xwe dubare kirin. Di çalakiya ku pankartên li ser "Em dixwazin ji nû ve maseya Dolmabahçeyê bê avakirin. Em dayik in, kurd in, tirk in, laz in, çerkez in, ereb in, lê em dayik in" nivîsandî hat vekirin de, dovîzên bi kurdî, tirkî û îngilîzî li ser "Jin şer naxwazin", "Dolmabahçe mutabakatına sadık kalınsın", "Tecrit kalksın müzakere başlasın" "negotiation is the only optıon" nivîsandî hatin hilgirtin.

Welatiyên li hawirdorê jî bo piştevaniyê di çalakiyê de cihên xwe girtin û li gel dayikan rûniştin. Welatiya bi navê Emîne Ûzûn a ji Fransayê bo betlaneyê hatibû Tirkiyeyê li gel dayikan rûnişt û got, "Di şer de a ku her êşê dikêşe dayik e. Xwazî bila kurd be, bila tirk be ferq nake. Madem wext e, ewçax werin em li dor maseyekê rûnên. Em bi aşitiyê li pirsgirêkê binêrin."

Ji Dayikên Aşitiyê Bedîa Gokkuz jî wiha bang li hikûmetê kir "Guh bidin dengê dayikan. Hûn nikarin bi xwîn û şerî xwe bighînin derekê" û balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û wiha got, "Em tu agahiyê jê wernagirin. Em bi fikar in. Muzakere bi Ocalan dest pê kir, divê bi Ocalan re jî bidome."

(zt)