Destê Alîkariyê bigihînin Kampa koçberan a Rûbar

09:00

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Malbatên ku ji gundewarên Bakûrê Helebê û Herêma El Şehba koçber bûne, ber bi Kantona Efrînê ve hatine, niha li wir bi cih bûne. Kampa Rûbar bi hezaran koçberan xwedî dike. Lê derfetên sereke yên jiyanê kêm in, ji rêxistin û saziyên navnetewî tu alîkarî ji van koçberan re nayê kirin.

Li Kampa Rûbar ku 477 malbat bi cih bûne, her ku diçe hejmara koçberan zêdetir dibe û îmkanên kêm jî jiyanê zehmetir dike. Ev koçber ji Herêma El Şehba, gundewarên Bakûrê Helebê di encama şerê di navbera çeteyên DAIŞ û Opozîsyona Sûriyê de neçarî koçberiyê bûne. Ji 25'ê meha Gulanê zêdetirî 5 hezar koçber li kampa Rûbar a gundê Basilê li navçeya Şêrewa bicih bûne. Koçberên kampê ji hêlekê ve kêfxweşin ku ji destên çeteyan rizgar bûne, ji hêleke din bêriya cih û warên xwe dikin û derfetên kêm yên li kampê jî bandor dike. Rêxistinên navnetewî yên wek NY heya niha tu alîkariya mirovî ji bo van kampan nekiriye. Koçberên jin nêrînên xwe anîn ziman û banga alîkariyê kirin.

Heyat Mihemed Ehmed (30) ji taxa Şêx Necar ya Helebê ye, behsa pêwîstiyên di kampê de kir û got: "Em di kampê de pir zehmetî dikişin. Cilên zarokên me tune ne. Cihên paqijiyê jî nînin. Ez bang li rêxistinên navnetewî dikim ku alîkariya hewce bikin. Ez bang li QSD, YPG-YPJ jî dikim ku herêmên me rizgar bikin ji bo em vegerin warên xwe."

Nahîde Yûsuf (47) a nexweşiya şeker heye jî got: "Pêwîstiya min bi derman heye. Rewşa min ji ber kêmbûna derman û xwarinê roj bi roj xirabtir dibe. Divê hewcehiyên me bi lezgînî pêk werin."

Leyla Mihemed (35) ji rojavayê Kefir Naya ya ser bi Helebê ye jî wiha behsa jiyana kampê dike: "Çadirên me naylonin û di germaya havînê de pir zêde germ dibin. Ev rê li ber giranbûna nexweşiya kurê min vedike. Malzemeyên xwarin û derman jî kêm e. Hêvî û banga min ewe ku ev pêdivî bi cih werin."

Ezîme Îsmaîl (45) ji taxa Bablîs ya ser bi Helebê ye jî wiha axivî: "Kamp piçûk e, çadirên wê jî piçûk e. Lê tê de 6 kesan dijîn. Xwarin û madeyên paqijiyên û cihê wê nîne. Ez bang li QSD'ê dikim ku herêmên me rizgar bike ji bo em vegerin cihê xwe."

Di derbarê rewşa kampê de Rêvebira Desteya Karûbarên Koçberan Hîba Şêxo jî wiha axivî: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve dorpêça li ser herêmê pêk tê û rê li ser hatina pêdiviyên derman û hwd. yên Kantona Efrînê hatiye girtin. Di rewşeke wiha de bi taybet ji herêma El Şehba û gundewarên Bakûrê Helebê pir kes koçberê Efrînê bûne. Me ew însan girtin nav xwe û bi îmkanên heyî em wan xwedî dikin."

Hîba pirsgirêkên jinan di kampên koçberan de wîha anî ziman: "Li kampên koçberan pir mijarên ku bandor li ser jiyanê dikin hene. Wek mînak li kampa Rûbar pêdiviyên sereke yên jiyanê wek xwarin, banyo û malzemeyên paqijiyê bi qasî tê xwestin tune ne. Herwiha bijîşkên taybet bi nexweşiyên jin û zarokan tune ne. Dermanên ji bo nexweşiyên sereke jî tune ne. Şîrê zarokan, mama û hefade kêm e. Ev jî dibe sedema hin pirsgirêkan."

Hîba diyar kir wek rêvebiriya Desteya Karûbarên Koçberan bi hin rêxistinên alîkariyê yên li kantonê de di nav têkîliyê de ne û wiha got: "Herwiha têkîliya me bi hin rêxistinên tendûrustiyê yên li Kantonê re jî heye ji bo pêdiviyên herî sereke pêk bînin. Ji bo nexweşiyên zarok û yên jinan jî têkîliya me bi nexweşxaneyên kantonê re heye, piranî em hewl didin wan bibin nexweşxaneyan û derman bikin."

Hîba eşkere kir ku ji rêxistin û dezgehên navenetewî yên mafê mirovan tu alîkarî ji bo koçberan negirtine û wiha pê de çû: "Ji destpêkê ve rêxistinên derveyî Kantonê û yên navnetewî bi me re têkîlî çênekirine. Tenê em bi rêya rêxistinên li Kantonê alîkariyê digrin. Bi alîkariya van rêxistinan dê heya meha Îlonê pêwîstiyên sereke wek serşo û hwd werin çêkirin. Emê li Rojhilatê gundê Abîn kampeke nû vekin ji bo hejmara koçber zêde bûn, biçin wir. Em ji rêxistin û saziyên Kantonê û naventewî jî daxwaz dikin ku alîkariya koçberan bikin da ku bikaribin asayî bijîn û ji îmkanên herî sereke bêpar nemînin."

(lç/zt)