'Ti ji bo ya nû heye, ji bo nivîsandina bi rûpelan heye?

09:02

Habibe Eren/JINHA

ENQERE- Rojnameya Ozgur Gundemê ku di nav de nivîskar, nûçegîhan û belavkarên wê jî heye 27 xebatkarên xwe di kuştinên kiyar nediyar de winda kir û niha 24 salên xwe li pey xwe dihêle. Zext û girtinên li ser rojnameyê didomin. Rojnameya ku kevneşopiyek nayê bêdengkirin tê,wek gerînendeya giştî ya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz gotiye: “Ti heye ku em yên nû ava bikin, ti heye ku em bi rupelan binivîsin.”

Rojnameya Ozgur Gundemê di 30’ê Gulana 1992’an de dest bi jiyana weşana xwe kir. Rojnameya di 1994’an de bi biryara dadgehê hat girtin, din av de nivîskar, nûçegîhan û belavkar jî hene 27 xebatkarên wê bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin. Bi tevahî 580 hejmarê wê hatin weşandin û derbarê 486 heban de doz hat vekirin, li xebatkarên wê jî 147 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Destpêkê bi navê Yenî Ulke dest bi weşanê kir pişt Ozgur Ulke û îro jî Ozgur Gundeme. Ozgur Gundemê 24 sal li pey xwe hişt.

Rojname di seranserê jiyana weşana xwe de, ji nûçegînên wê bigirin heta belavkarên wê gelek kes rastî êrîşan hatin, 8 nûçegîhan û nivîskar, 19 belavkar bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin. Ozgur Gundemê heta îro ji bo rastiyan bigihînin xwendevanên xwe têkoşîn meşand. Rojnameya ku îro ji aliyê desthilatdariyê ve hedef tên nîşandan, sadiqê kevneşopiya çapemeniya azad û kesên pê re dikevin piştevaniyê jî tên cezakirin.

Ji Apê Musa heta îro

Rewşenbîrê Kurd, nivîskar rojnameger Musa Anter (Apê Musa) di 20’ê îlona 1992’an de ji bo Mîhrîcana Çand û Hunerê li Amedê bû. Bi roj beşdarî mîhrîcanê bû û pirtûkên xwe îmze kir. Êvarê li taxa Seyrantepe rastî êrîşa çekdarî hat. Apê Musa ku wek mamosteyê çapemeniya azad dihat binavkirin, dema çû li pey xwe gelek xwendekarên xwe hişt.

Rojnameger Hafiz Akdemîr di 8’ê Hezîrana 1992’an de li Amedê, Yahya Orhan di 31’ê Tîrmeha 1992’an de li Kercewsê, rojnameger Huseyîn Denîz di 10’ê Tebaxa 1992’an de li Serêkaniyê, nivîskar Musa Anter di 20’ê îlona 1992’an de li Amedê, rojnameger Kemal Kiliç di 18’ê Sibata 1993’an de li Kaniyaxezala û nûçegîhanê Yenî Ulkerê Cenzgîz Altun di 24’ê Sibata 1992’an de hat qetilkirin.

Tevî komkujiyan kevneşopiya Gundemê ya bêdeng nebû

Nûçegîhanê Ozgur Gundemê Burhan Karadenîz, di 5’ê Tebaxa 1992’an de li Amedê rastî êrîşa çekdarî hat û di 19 saliya xwe de felç bû. nûçegîhanê Yenî Ulkerê Mecît Aygun di 2’ê Hezîrana 1992’an de li Nisêbînê bi dîrega telefonê ve daliqadî hat dîtin. Nûçegîhanê Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe di 28’ê Tîrmeha 1993’an de hat revandin û di 4’ê Tebaxa 1993’an de qetilkirî hat dîtin. Rojnameger Salîh Tekîn di bin çavan de rastî binpêkirinên dij mirovahiyê hat û serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da û di encamê vê de diyar bû. Nazim Babaoglu yê 17 salî di 12’ê Adara 1992’an de ji bo nûçeyekê çibû Sêwrege û careke din ji agahî nehat girtin.

Stand hat şewitandin, zarokên belavkar rastî êrîşê hatin

Di 16’ê Mijdara 1992’an de li Amedê standek ku rojname belav dikir hat şewitandin. Di 15’ê Çileyê 1993’an de du bayiyên rojnameyê rastî êrîşa çekdarî hatin. Heman salê zarokên belavkar rastî êrîşên bi kêr hatin. Di 17’ê Mijdara 1992’an de li Çewlîkê wesayîta kesekî bayiya wî hebû hat texrîbkirin. Di cotmeha 1993’an de li Geverê di çalakiyeke bombeyî de rojnameyê xesar dît. Piştî vê d idi 2’ê Kanûna 1994’an de di ofîsa Ozgur Ulkeyê ya li Stenbolê de êrîşa bombeyî pêk hat, rojnamegerek mir û 18 kes jî birîndar bûn.

Gurbetellî û Ozgur Gundem

Gerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz, di Ozgur Gundemê de cihê jinê ava kir. Gurbetellî ku dema rojnamegerî dikir hat girtin û piştre berê xwe da çiyan, du salan li çiya ma. Gurbetellî ku mîrateyek mezin hişt, îro hîna di çapemeniya azad de tê jiyîn.

Gurbetellî ku beriya wê di Zanîngeha Çukurovayê de di beşa Kimyayê de asîstan bû, du caran ket girtîgehê. Di girtîgehê de gelek caran rastî îşkenceyê hat. Gurbetelliyê têkoşîna xwe bir girtîgehê jî. Gurbetellî ku piştî derket demekê rojnamegerî kir û berê xwe da çiyan.

Yên li pey Gurbetellî man

Gurbetelliyê ku di qadeke ku nûçegîhên jin bi sînor bû, gerînenditiya giştî kir û di serdemeke ku êşên gel pir zêde bûn, li dijî van êşan bêdeng nema û têkoşîna xwe pêngav bi pêngav bilind kir.

'Min jiyan tercîh kir’

Gurbetelliyê diyar dikir ku wisa îşkence b imin kirin ku, yan minê qebûl bikira ez PKK’î me yan ezê bimrama, lê min jiyan tercîh kir. Gurbetelliyê piştî evqas êrîş û komkujiyan, Ozgur Gundema ku ji kevneşopiyek ‘emê bêdeng nemînin’ tê, wek duh îro jî girtin û zext wan natirsîne.

Wek Gurbetelliyê gotiye: “Ti heye ji bo ya nû, ti heye ji bo nîvîsandina bi rupelan?

“Ti heye ji bo ya nû
Di bin ronahiya heyvê de
Bi rupelan nivîsandinê
Ti heye ji bo gerê
Ji bo strîna klaman
Ez heme
Ez heme
Ez heme di rêya te de azad dibim.”

(sy\hu)