Dewleta tehemulê hêza jinê nake dide girtin

09:04

Vîldan Atmaca /JINHA

WAN – Jinan ji bo hevşaradara Erdîşê Dîba Keskîn ku li Erdîşê ji ber beşdarî daxuyaniya ‘rêveberiya xweser’ bû hat girtin, diyar kirin ku wê li dijî zîhniyeta dewletê ya mêr têkoşînê bimeşînin û gotin: “Îro dîsa hilbijartin çêbibin em dîsa Dîbayê hildibijêrin. Em heta dawiyê piştgiriyê didinê. Emê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têbikoşin.”

Li Kurdistanê piştî îlankirin rêveberiyên xweser, lig elek navend û nnavçeyan konsepta şer xistin dewrê û operasyon hatin destpêkirin. Di encama operasyonan de 9 jê jin 17 hevşaredar hatin girtin. 18 jê jin 27 hevşaredar jî ji peywirê hatin girtin. Dîsa derbarê 5 jê jin 10 heban de biryara lêgerînê hat derxistin. Daxuyaniyên têkildarî rêveberiyên xweser de jî dibin sedema girtina wan. Li navçeya Erdîş a Wanê di 12’ê cotmeha 2015’an de, hevşaredara Erdîşa Wanê Dîba Keskîn beşdarî daxuyaniya îlankirina rêveberiyên xweser bû û hat girtin. Dîba bi îdiaya ku ‘yekitiya dewletê û yekbûna welat xera kiriye’ bi cezayê muebetê tê darizandin. Beriya 3’emîn runiştina ku îro tê dîtin jinên Erdîşê axivîn û gotin ew piştgiriyê didin têkoşîna ku Dîba li dijî zîhniyeta dewletê dide.

'Em her tiştî dizanin’

Nuran Koken got Dîba bi feraseta şaredariya azadîxwaz, zelal û durist dixebitî û wiha got: “Dewleta mêr li dijî hevşaredarên jin yên durist û jîr şer daye destpêkirin. Ji ber ku wek şaredarên wan nadizinin û talan nakin, dibin hedefa mêran. Em her tiştî dizanin. Ji ber we tehemulê hêza jinê nekir , we girt.”

'Yên ji aliyên cuda piştgirî dan jinê’

Nuranê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî Dîbayê hilbijartin qezenckiriye şûnde, peyarêyên ku ji aliyê esnafan ve hatiye dagirkirin asteng kir û got: “Em jin nekaribûn li peyarêyan bimeşin. Ji ber tirsa ku wesayît li me biqelibe, em dernediketin sûkê. Mêrên li kahweyan rudiniştin, li xweşa wan neçû. Dîbayê ji bo jinan tiştên xweş kir. Ji kîjan fikrê dibe bila bibe piştgirî da jinan. tiştên wê kirin nayê jibîrkirin.”


'Jin bi nasname û keda xwe hebûn’

Jina bi navê Nesrîn Zeylan jî got di dema şaredariya Dîbayê de tiştên girîng çêbûne û wiha got: “Beriya 2014’an li Erdîşê jin dihatin pelçiqandin, di ti qada jiyanê de tinebûn. Li her derê pergala serdest ya mêr hebû. Piştî Dîba hat hilbijartin, jin bi ked û nasnameya xwe hatin dîtin. Jin êdî di her qadê de dibêjin em hene. “

'Bila serdest jî bizanin em Dîba Keskînin’

Nesrînê girtina Dîbayê wek bêhiqûqiyek mezin nirxand û wiha got: “Bi serbilindî û şerefa xwe hat girtin. Ew di encama nelêrêtiyê de nehat girtin. Girtinên wisa di AKP’ê de dibin. Dîba li pişt daxwazên gelê xwe bûn. Yên naxwazin şaredara me derkeve hene. Ji ber ku li vî bajarî pêşengî dane jinan. Bila bizanin em hemû Dîbane û wê têkoşîna xwe bidomînin.”

'Bila Dîba demildest azad be’

Zeytun Arasê jî got ew dixwazin Dîba di runiştina îro de bê berdan û wiha got: “Em jin bi saya Dîbayê gihiştin rehetiyê. Em xwe azad hîs dikin. Ew ji bo me pir xebitî. Ji be wê bila xwedê wê di tenganiyê de nehêle. Em dixwazin demildest azad be.”

(dc/hu)