'Jîneolojî zanisteke ku dikare bibe xwedî perspektîfa jina gerdunî’
09:33
JINHA
STENBOL-Cansu Ozden ku beşdarî ‘Konferansa Jîneolojiyê ya Ewropayê’ ya duyemîn ya li Parîsa Fransayê pêk hat bû, diyar kir ku jinên Fransa û jinên Kurd ketine nava têkiliyê û ev jî nîşaneya global bûnêye û got: “Jîneolojî zanisteke ku ne tenê jinên Kurd, dikare bibe xwedî pespektîfeke jinê ya gerdunî.”
Li Ewropayê li ser pirsa ‘jineolojî çiye’, konferansekek ji ekolojiyê bigire heta parastina cewherî gelek sernavî dihundirîne, bi beşdarbûna gelek jinên ji welatên din pêk hat. Konferansa di alî nîqaşkirin û fêrkirina jîneolojiyê de cihekî girîng digire. Cansu Ozden ku ji xebata jîneolojiya Stenbolê beşdarî konferansê têkildarî konfernasê de nêrînên xwe vegot. Cansuyê got: “Dema ez çûm konferansê min mereq dikir ku mirov çi difikirin, jinên din ji bo jinên Kurd çi dibêjin.”
'Ji gelek aliyan jin bi jîneolojiya jinê re hatin cem hev’
Cansuyê bi lêv kir ku ji Îngîlîstanê, Elmanya, Kolombiya û Fransayê jinên femînîst beşdarî konferansê bûne û wiha got: “Jinên ji herêma Baskê hatibûn, hebûn. Ev ji bo min gelek girîng bû. Di encamê de ez jî jineke civaka bindest bûm û bi jineke din ya heman tişt jiyayî re di heman nokteyê de di jîneolojiyê de hatim cem hev. Ev hesteke balkêş bû.”
Cansuyê bi lêv kir ku konferans ji mêran re girtî hat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê ji bo çend mêran destur hat dayîn. Ew jî ji bo xebatên mutbexê li wir bûn. Em çiqas bêjin çanda welatên rojava jî zîhniyeta mêr hemane. Dema em ketin mutbexê kenê me dihat.”
'Jîneolojî dikare bibe xwedî perspektîfeke gerdunî’
Cansuyê destnîşan kir ku bi çend zimanan werger hatiye kirin û got bernameyek gelek dewlemend bû. Cansuyê wiha got: “Bi tirkî, îngîlîzî, fransî û Kurdî axaftin hatin kirin. Ji Kobanê nûner beşdarî konferansê bûn û ev bi kelecan hat pêşwazîkirin. Di vê navberê de jineke fransî pirs pirsî. Jinek Fransî bi jinek Kobanê re têkiliyek wisa danî û ev her kes hestiyar kir. Ev jî nîşaneya gerdunîbûnê bû.”
Cansuyê di berdewamiyê de got edîtora konvara jîneolojiyê ya li Tirkiyeyê Ayşe Berktay jî di konfernasê de bû û xebatên jîneolojiya li Tirkiyeyê hatiye kirin vegot. Cansuriyê wiha berdewam kir: “Jîneolojî zanisteke ku dikare bibe xwedî pespektîfeke jinê ya gerdunî. Zanisteke ku hemû jinên cîhanê dikarin xwedî lê derkevin û li esr xebatan bimeşîne. Vê jî ji xwe bi beşdarbûnê her tişt nîşan da.
Cansuyê got jîneolojiyê rexneya zanista civakî kiriye û li wir jî bi piranî li ser vê hatiye sekinandin û got: “Di perspektîfa jîneolojiyê de axaftina aboriyê hat kirin. Li ser xebatên kolektîf yên konunên Kurdistan an jî Îspanyayê axaftin hat kirin. Yanî ji bi bilî tiştên zanistê nîşanê me ye daye, nîqaş hatin kirin. Her kes bi zimanên cuda biaxivin jî li ser hişmendiyan ziman hevpar bûn.”
'Cîhana ku jinan li dijî zîhniyeta serdest ya kapîtalîs ava kiriye’
Cansuyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di demên pêş de emê dest bi xebatên atolyeyê bikin. Di encama konferansê de fikra em li dijî zîhniyeta serdest ya mêr a kapîtalîst cîhanek din biafirînin çêbû.”
(no-ck/hu)