Hevşaredarên Şemrexê ji peyîwirê girtin
10:06
JINHA
MÊRDÎN - Hevşaredarên Şemrex a Mêrdînê Necla Yildirim û Alî Ozkan, ji wezîfeyê hatin girtin.
Hevşaredarên Şemrex a Mêrdînê Necla Yildirim û Alî Ozkan, ji wezîfeyê hatin girtin. Hevşaredar Necla û Alî bi biryara Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hatin girtin. Wezareta Karên Hundir a Tirk, êrîşa bombeyî ya 9'ê Tîrmehê ya li hemberî Qereqola Jendermeyan a Cewzatê, weke hinceta vê biryarê nîşan da.
Tevî ku wesayîta şaredariyê hat dizîn û ji polîsan re jî hat ragihandin ku wesayît hatiye dizîn, Wezareta Karên Derve ya Tirk hevşaredar ji vê êrîşê berpirsyar dît û ew ji wezîfeyê girt.
(kom/zt)