Li Roboskî û Bêjihê qedexe bidawîbû

10:06

JINHA

ŞIRNEX - Li Roboskî û Bêjihê qedexeya derketina kolanan bi dawî bû.

Qeymeqamê Qilabanê di 13'ê Tîrmehê de li gundên Roboskê û Bejihê ketin û derketina kolanan qedexe kiribû. Qedexe piştî du rojan bi dawî bû. Qeymeqamê Qlabanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heta fermana duyemîn kolan hatiye qedexekirin û îro daxuyanî da ku dorpêç û qedexe bi dawî bûye. Demek dirêj li herêmê liv û tevgera hewayî didome.

(kom/zt)