Cenazeyê Sultan Irmak hat teşîskirin

11:51

JINHA

AMED – Cenazeyê Sultan Irmakê ku di yekemîn bodruma hovîtiyê ya Cizîrê de hatg qetilkirin û cenazeyê wê bi Derya Karahan re hat tevlihevkirin, di encama DNA’yê de hat teşîskirin.

Sultan Irmak ya di bodroma hovîtiyê ya Cizîrê de hat qetilkirin, di 30’ê Çile de ji ber ambulans neçû jiyana xwe ji dest dabû. Sultana ku 8 rojan birîndarî bi bodrumê de berxwe da, cenazeyê wê ji aliyê hezaran kesî ve rakiribûn Saziya Tipa Edlî ya Riha, Mêrdîn, Dîlok, Şirnex û Xaburê. Cenazeyê wê di 11’ê Sibatê de ji aliyê malbatê ve hat girtin û li gundê Cano ya Farqîna Amedê hat definkirin. Piştî demekê di encama DNA’yê de derket holê ku cenaze ne ya Sultanê, ya Derya Karahan a li Cizîrê hatiye qetil kinê ye. cenazeyê Deryayê ji gund hatibû girtin û li Goristana Yenîkoy hatibû definkirin.

Malbata Sultanê ji bo cenazeyê keça xwe bibîne ket nava hewldanan. Li gorî agahiyên ji MEYA-DER’ê hatiye girtin cenazeyê Sultanê di encama DNA’yê de hatiye dîtin. Hat hînbûn ku cenaze li goristana bêkesan a Sîlopiyê hatiye definkirin û malbat çûye Sîlopiyê.

(mm/hu)