'Em ti car evqas nêzî serkeftinê nebûn’

11:59

JINHA

AMED –Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle beriya civîna ku ji aliyê Komîsyona Civakî ya KJA’yê pêk tê ve axivî û got ew wê bi rihê 14’ê Tîrmehê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidomînin û got: “Em pir xurtin û nêzî serkeftinê ne.”

Beriya civîna Komîsyona Civakî ya KJA’yê ku wê li Salona Şanoyê ya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezina Amedê pêk bê, hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle axaftinek kir. Beriya axaftinê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Ayşeyê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji dîroka Osmaniyan heta niha komkujî hatine jiyîn lê ya herî giran di vê demê de tê jiyîn û got: “Em van komkujî û polîtîkayan qebûl nakin. Rêbertiyê got ‘heta jin azad nebe civak nekare azad be’. Em dayik û jin dest ji vê dozê bernadin. Dixwazin me bi polîtîkayên tirsandinê biçewisînin.”

Ayşeyê balkişand ser tehdîda li hemberî hevseroka giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê û erîşa çekdarî ya li hemberî hevseroka giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan ya li Antakyayê û got: “Ev tehdîd nîşan didin ku me bitirsînin. Bi rihê 14’ê Tîrmehê wê Kurd têkoşîna xwe bidomînin.”

Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Gever, Sûr, Nisêbîn, Şirnexê bi rihê 14’ê Tîrmehê berxwedan pêk tê û got ew wê bi rihê Sara û Sêvêyan berxwe bidin û got ew ti carî ewqas xurt û nêzî serkeftinê nîn bûn.”

(dk-mm/hu)