Mêran di meha hezîranê de 22 jin qetil kirin
12:06
JINHA
STENBOL-Mêran di 6 mehên ewil ya 2016’an de herî kêm 135 jin qetil kir, li 112 jinan êrîşa zayendî kir, 290 zarokên keç îstîsmara zayendî kirin û li 183 jinan jî şîdet pêk anî.
Li gorî lêkolîna bîanetê, ji sedî 23 jinên ku xwestine dest ji hevjînên xwe berdin hatine qetilkirin. Jineke ku doza wê ya destberdanê berdewam dikir, piştî derbarê hevjînê xwe de serlêdana sûc kir hat qetilkirin. Ji sedî 82’ê jinan ji aliyê destgirtiyên xwe yên berê û pê re ne hatin kuştin û 13 heb jî ji aliyê hevjînê xwe ve hatin kuştin.
Ji sedî 12.5 jinan ji ber gotin ‘na’ rastî şîdetê hatin
Hate diyar kirin k udi meha hezîranê de li 32 jinan şîdet pêk hatiye û ji sedî 12,5’an ji ber xwestine dest jê berdin û gotine ‘na’ rastî şîdetê hatine. Mêrê ku têkildarî wî de 27 caran biryara durxistinê hatiye dayîn, çaya pijandî bi ser hevjîna xwe de rijand û piştre hat berdan. Mêrekî tevî biryara durxistinê îşkence li hevjîna xwe kir. Du jin jî aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
(no/hu)