'Berxwedana 14’ê Tîrmehê rihê afirandina civaka azad e’

14:34

JINHA

AMED – Bi wesîleya 34’emîn salvegera berxwedana rojiya mirinê y a14’ê Tîrmehê li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hat dayîn û pankara ‘berxwedana 14’ê Tîrmehê rihê afirandina civaka azade’ hat vekirin û wiha hat gotin: “Berxwedana bi rojiya mirinê ya zindana Amedê destpê kir roj bi roj berfirehtir dibe.”

Bi wesîleya 34’emîn salvegera rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê, MEYADER, Komeleya 78’an û Diyar TUHAD-FED’ê li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevseroka KDC’ê Leyla Guven, parlamenterên jin yên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA DER, DBP û HDP beşdar bû. Bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin. Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin hildan, pankar hat vekirin. Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê Tuhad-Derê Cahîd Kiran balkişand ser afrînerî û biryarbûna pêşengên çalakiya rojiya mirinê.

'Bi pêkanîn dij mirovahî îşkence kirine’

Cahît got Kemal Pir Kurdistan ji xwe re wek qada têkoşînê diyar kiriye û got: “Ji bo gelên Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn pêşengî kiriye. Bi biryarek mezin dest bi rojiya mirinê kiriye û rola pêşeng aniye cih. Girtî di şexsê gelê Kurd de rastî îşkenceyên dij mirovahî hatine. Lê ev pêkanîn li îradeya çelîk a girtiyan ketiye û bi ser neketiye.”

'Rê nîşan da’

Cahît destnîşan kir ku di ser darbeya 12’ê îlonê de 36 sal derbas bûye lê hîna heman zîhniyet heye û berxwedana zindana Amedê ya li dijî zilm û zextê destpêkiriye îro her diçe mezintir dibe. Di şoreşa Rojava de bû nexweşerêya moral û motîvasyonê û li her qadê rê nîşan daye.

Piştre Gulten Kişanak jî axivî û got: “Di ser hovîtiya zindana Amedê de 36 sal derbas bû lê divê mijara herî zêde bê axaftinê be. Dewlet got belkî bi vê hovîtiyê wan teslîm bigire. Girtîgeha Amedê bi îşkenceyên xwe yên herî hov din av 10 girtîghên cîhanê de ye. Berxwedana li wir hat jiyîn ev îşkence rizand.”

Gultenê wiha got: “Dibe ku ew bêjin bi tirsê împaratoiyê diafirînin lê sê çopên kibrîtê yên hatin pêxistin nehişt ev bigihêje armanca xwe. Em kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin û li hember wan serî ditewînin.”

'Li dijî zilmê serî hildan’

Wekîla seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel jî got li zindana Amedê dîrok hatiye nivîsin û wiha got: “Girtiyan jiyanek bi rumet xwestin û li dijî zilmê serî hildan. Li dijî îşkenceya girtîgeha Amedê ti car serî netewandin. Dema em îro li dîrokê dinêrin berxwedan bi heman armancê dimeşin. Em dibînin ku polîtîkayên qesrê û AKP’ê çawa tên serobinokirin. Me dît ku gel serî natewîne û dîrokê ji nûve dinivîsine.”

Piştî axaftinan qûrnefîl danîn ber deriyê girtîgehê.

(şa-be/hu)