Ji bo gerîlaya HPG’ê Kader mewlûd hat dayîn

15:18

JINHA

WAN - Ji bo Gerîlaya HPG’ê Kader Rua ( Avaşîn Erîş) ku li navçeya Şaxê di şer de jiyana xwe ji dest da, li taxa Suphanê mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlaya HPG’ê Kader Rua (Avaşîn Erîş) mewlûd hat dayîn. Li navçeya Şaxê ya Wanê di 28’ê Hezîranê de şer derket, di şer de endama HPG’ê Kader Rua ( Avaşîn Erîş), jiyana xwe ji dest da. Piştî definkirinê ji bo Kaderê konê şînê danîne. Bi her çar goşeyên kon ve wêneyên Kadarê hilawistine. Bi tevlîbûna Hevseroka DBP’ê ya Artemêta Wanê Nurhayat Çelîk, rêveberên HDP, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan di konê şînê de ji bo Kaderê mewlûd hat dayîn. Hemû dayikên ji bo şîna Kadar hatî bi kefiyên spî tevlî mewlûdê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Şaxa MEYA-DER’a Wanê Nerîman Urar axivî û got: “Dema ku di girtîgeha Amedê de bedena Sakîne Cansiz jêkirin jî dengê xwe dernexistibû û gotibû; ‘Ez dizanim ku pey dozek heq de diçim. Ji ber wê jî ez ê canê xwe jî feda bikim. Bila êdî her kes têkoşîna jinên kurd bibine. Pêşiyê serê gelê kurd serê dayikan saxbe. 14’ê Tîrmehê ji bo me girînge. Ji ber ku giyana 14'ê Tîrmehê buye rêya roniyê. Îro jî bi saya lehengên 14’ê Tîrmehê 21’ê Adarê heya roja îro bi gel heval Avaşîna ev tekoşîne berdewam dike. Dijmin jî baş dizane ku êdî gel ê kurd tu caran teslîm wan nabe. Di vê pêvajoyê de barê giran li ser milê dayikên kurdin, ji ber ku dewlet ji jina kurd û îradeya jina kurd ditirse."

Axaftin bi tilîlî û sloganên ‘şehîd namirim' xîlas bû. Piştre jî xwarina mewlûdê hat bilev kirin.

(hk-htk/zt)