Konferansa Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi nîqaşan didome
13:11
JINHA
QAMIŞLO - 2. Konferansa Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi nîqaşên berfireh dewam dike. Delegeyên Konferansê rapora xebata du salan ya Yekîtiya Rewşenbîran dinirxînin.
Li Salona Mihemed Şêxo ya TEV-ÇAND'ê 2. Konferansa Rewşenbîrên Kantona Cizîrê destpêkiriye. Di konferansa ku 200 delege beşdar bûne, dîwana ji 5 kesan hate hilbijartin. Endamên dîwanê Leyla Ibrahîm, Ebdullselam Ehmed, Efaf Hesekê, Arşek Baravî û Berxwedan Qamişlo hatin destnîşankirin. Piştî hilbijartina dîwanê rapora du salan a xebatên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi zimanê Erebî ji hêla berdekvkê fermî yê YRKC Ebdullrehman Mihemed ve hate xwendin. Di raporê de bi giştî xebatên ku Yekîtiyê di du salan de pêş xistiye hate diyarkirin.
Niha delegeyên konferansê di çarçoveya raporê de nêrînên xwe tînin ziman. Bi giştî delegeyan erk û berpirsyariya rewşenbîran û pirsgirêkên ku rewşenbîr li Rojavayê Kurdistanê dijîn anîn ziman. Xala herî girîng jî nakokî û karên ku hevbeş ji hêla rewşenbîran nayê kirin, hate rexnekirin.
Di berdewamiya konferansê de esasnameya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê wê were xwendin û bendên wê were nîqaşkirin.
Konferans dê piştî diyarkirina biryar, plansazî û hilbijartinê bi dawî bibe.
Konferan bi nîqaşên berfireh didome...
(kom/zt)