Ji Farqînê: Ev çiya û gund yên min em jê dernakevin
13:33
JINHA
AMED- Piştî li Farqînê 'derketina qedexeya kolanan hat îlan kirin' li heremê sevqiyata leşkerî hat kirin û êrîş zedêtir bûn. Welatiyan xwest ku qedeya derketina kolanan dawî bibê û wiha gotin: "Dewlet dixwaze me ji li ser axa me koç bike, lê ev gund û çiya yên me ne, em tu car dev ji axa xwe bernadin."
Li navçeya Farqîna Amedê derketina qedexeya kolanan hat berfirehkirin û li 13 gund û mezrêyan qedexe hat îlan kirin. Ligel ku ji 20 gund û mezrayan derketin û ketin gund û mezrayan qedexa hat îlan kirin, li hinek gunda hêzên dewletê bi ser malande girtin. Ji ber topebarana ku ji qerakola Malabadî te kirin, gelek zevî hatin şewitandin û bi îlankirina qedexeyan re li gundên Dêrika Hemê Reşo, Malaelîkê, Dêrikamiqûrê, Siltêniyê, Xapa, Cîcika, Şevlera, Malabadê, Ferhend, Kanîsipî, Herşen, Taxikê, Kurbeyt, Baxçe, Sextê, Huseynka, Beynat, Tîrkevank, Mistika û li gundê Başimt operasyonên leşkerî hatin destpêkirin.
Demên dawî li navênda Farqînê bi awayekî keyfî xedexeya derketina kolanan tê îlankirin û dikin ku welatî jiyana zehmet bikşînin. Di serîde rê û ragihandina gundan tê qutkirin. Gundî ji ber xetereya mirinê, nikarin sewalên xwe derxin çêrandinê û gelek zeviyên garis û gênim ji ber topebarana hêzên dewletê tên şewitandin.
'Şewata daristanan gundiyan temirand’
Şahidekî ji gundê Malaelîka ku lê qedexe heye, bûyerên tên jiyîn wiha vegot: "Dewlet dixwaze Farqînê jî wek Lîce bike. Ji dema ku şer despêkiriye em nikarin rehet rakevin. Ji bo topebaranan gelek daristan hatin şewitandin. Ji ber ku sê rojan tu agir nehat temirandin, gundî neçar man ku agirên daristanê bixwe vemirenin. Piştî hemû keda gundiya agir hat vemirandin, lê dîsa jî li daristanê taxrîbatên mezin çebûn.”
'Em ji ber qedexeyan nikarin behnê bigirin'
Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku hêzên dewletê van pêkanînan bi keyfî dikin û wiha axivî: "Gundiyan texmîn dikir ku qedexeya derketina kolanan bê îlankirin. Ji bo topbarana em nikarin sewalên xwe derxin çêrandinê û zarokên me jî nikarin ji gund derbikevin. Li Lşce jî her tişt wiha hatibû destpêkirin. Piştî qedexeyê 5 cenaze hatin dîtin. Aqûbeta girtiyan ne diyare.”
'Zeviyên me yên garisan hatin şewitandin'
Welatiyê ku nave xwe nedayî got ku di bin navê 'qedexeya derketina kolanan de' gel mexdur dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji bo rê girtinê em nikarin herin navendê û telefon jî nakişînin. Li vir tiştek bi me bê em nikarin bangî ambulansê bikin. Ji bo bombebarana hêzên dewletê gelek zeviyên me yên garis hatin şewitandin û em nikarin sewalên xwe bibin çêrandinê. Dewlet armanca çi dike li vir."
'Dewlet dixwazê em derkevin lê bês…!
Welatî anî ziman ku wî salên 90'î de jî mirovên ku gundê wan hatinê şewitandin koçberkirine, dîtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji sala par ve li ku kurdêk hebe, li wî bajarî qedexe îlan kir. Ev pêkanîn bi keyfî tên kirin û dixwazin gel bitirsînin. Salên 90'î de dewletê gundê bav û dayikên me şewitand û xira kirin. We demê jî bi mirin jî be, me dev ji axa xwe berneda, em niha jî bernadin. Çiqas qedexeya derketina kolanan îlan bikin jî bila bikin ev çiya û gund yên mêne em dev ji axa xwe bernadin.
(mm/hu)