Jina Êzidî ya ji Çeteyan rizgar bû: PDK’ê em firotin DAIŞ’ê

14:12

JINHA

GRÊ SPÎ – Jineke Şengalî ku bi alîkariya hêzên YPG û QSD’ê ji destê DAIŞ’ê xilas bû, diyar kir ku PDK’ê bi destê xwe ew firotine çeteyên DAIŞ’ê. Jina Êzidî ya ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hat girtin zilma ku wê û zarokên xwe jiyaye vegot û bang li her kesî ku xwedî wijdan kir ku bikevin nava tevgerê.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin û bi hezaran Êzidî qetilkirin, bi hezaran jin jî dîl girtin û bazarên koletiyê firotin. Gelek jinên di destê çeteyan de man jî rastî pêkanînên dij mirovahiyê hatin û hinek ji van rizgar bûn. Li gorî nûçeya ANF’ê jina Êzidî ya ji destê çeteyan rizgar bûye ji ber ewlehiyê navê xwe neda, hem hovîtiya çeteyan vegot û hem jî balkişand ser têkiliya DAIŞ-PDK’ê. Jina Êzidî diyar kir ku PDK’ê ew firotine çeteyên DAIŞ’ê û got di destê çeteyan de hîna bi hezaran jinên Êzidî hene.

Jina ji destê çeteyan rizgar bû wiha berdewam kir: “ Dema çete hatin PDK’ê em terk kirin. Em teslîmê çeteyan kirin. Ger hêzeke em biparasta hebûya yê texrîbatek mezin nejiyaba. Dema çeteyan êrîş kir PDK ji pevçûnan vekişiya. Li ser vê çeteyan gund û Şengal dagir kir û bi hezaran kes dîl girtin. Em salekê li Musulê hatin girtin. Li şûna ku PDK me li Şengalê biparêze, digot çete nekarin bên vir. Em jî li malê bûn. Lê pêşmerge reviyan û em ji însafa çeteyan re hiştin.

'Yên serî netewandin hatin qetilkirin’
Li bajaran li dijî çeteyan pevçûn, lê ne çek û ne jî cebilxane têr nekiribû. Dema ku me dît PDK direve, em jî ketin rêya çiyan. Lê em derng man. Em negihiştin çiyan. Çeteyan pêşî li me girt em dîl girtin. Em destpêkê li Şengalê li cihekî berhev kirin. Piştre em bi wesayîtan birin Musulê. Li Musulê em bi malbateke nêzî me re man. Lê yên serî netewandin hatin qetilkirin. Salek me wisa berdewam kir.

Jina ku li gel hevjînê xwe û ji malbata wê çend kes li Mûsilê bi hev re man, piştî salekê ji hevjînê xwe ducanî bû. Piştî 3 mehan jî zarok jê re çêbû. Hovîtiyên çeteyên DAIŞ'ê yên bi ser jinên Êzidî de vegot:

"Piştî ku li Şengalê em hêsîr kirin gelek ji me li wesayitan siwar kirin û piştre jî jinên ciwan ji me veqetandin û birin. Pêşî li ser wan îstîsmara zayendî pêk anîn. Piştre jî li bazarên koleyan ew firotin. Digotin hûn koleyên me ne û weke ku em malên wan bin em bi kar dianîn. Zarok veqetanin, ew birin cihekî dî û ew perwerde kirin û bi aqilê wan lîstin. Mêr veqetandin û karê giran bi wan kirin. Piştre me bihîst ku gelekên ji wan hatine kuştin. Jinên extiyar jî li devereke dî danîn û ji bo çeteyan xwarin bi wan didan çêkirin.''

'ZAROKÊN ME DIKIRIN BOMBEYÊ ZINDÎ'

Pêşî dest li ser jinên ciwan û piştre jî dest li ser yên bî danîn. Piştî salekê dest li ser wan jinan jî danîn yên ku ji hevjînên xwe qût bûbûn û ew jî kirin kole. Ew jî bûbû koleyê çeteyekî û got çeteyên DAIŞ'ê zarokên Êzidî li dijî wan bi kar anîne. Zarok ji me standibûn û piştî demekê dema ku me zarokên xwe dîtin, ji me re digotin hûn kafi in û qetla we helal e. Piştre em hîn bûn ku zarokên ku birine wan wekî bombeyên zindî dişînin hin deveran. Vîdeoyên wan an jî yên zarokan ku dihatin teqandin jî şanî me didan.

Çeteyên DAIŞ'ê vîdeoyên zarokên Êzidî yên ku perwerde kiribûn û tiryak dabûnê dianîn, zarokên ku ew li balafirgeha Kumî ya Helebê didane teqandin nîşanî me didan. Weke van bi sedan zarok ji malbatên wan dihatin qutkirin, derman didane wan û li hin deveran weke qomandoyên xwekuj dihatin şandin. Siberojê dibe ku ev zarok li dijî Êzdiyan werin bikaranîn. Li dijî van çeteyên dijminê mirovahiyê divê her kes bikeve nav tevgerê.”
'RÊWÎTIYA BER BI ŞENGALÊ VE'

Jina Êzidî y ku ji alî hêzên YPG'ê û QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê xilas bûyin, ber bi cihê pîroz Çiyayê Şengalê ve bi rê ket.
(mg\hu)
[14:06:36] berfin nuda: 'Beşên lezgîn ne amûra nûçeyên magazînê ne’
JINHA

AMED – Kedkarên Tenduristiyê yên Amedê bertek nîşanê gotinên serokwezîr Bînalî Yildirim dan û gotin divê lêborînê bixwazin û gotin: “Beşên Lezgîn ne mijara nûçeyên magazînê ye.”

Şaxa SES’ê ya Amedê û Odeya Tabîban a Amedê bi armanca bertekê nîşanê daxuyaniya serokwezîr Bînalî Yildirim a wekê ‘Ji bo keçan diçin beşên lezgîn’ bidin li ber Beşa Lezgîna Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşar Gîl daxuyaniyek dan. Sekreterê Giştî yê Şaxa TTB’ê Şerîf Demîr got beşên lezgîn xeteke zirav ya di navbera mirin û hebûnê de ye û got serwîsên lezgîn nekarin bibin nûçeyên magazînê.

Şefîf diyar kir ku wekê ku serokwezîr gotiye Beşên Lezgîn di nava xebateke ‘tabloya pembede’ naxebite û got: “Birêz Serokwezîr xebatkarên beşa lezgîn di bin tehdîd û zextan de ne. Li beşên lezgîn jin rastî şîdet û tacîzê tên . Nexweşxane û beşên lezgîn wekê ku serokwezîr behs dike ne cihên şêrînin. Em bang dikin ku serokwezî lêborîna xwe bixwaze.

(be/hu)