Li Sêrtê qedexeya derketina kolanan
16:38
Tîrmeh
15
/ 2016
JINHA
SÊRT - Walîtiya Sêrtê li hin noqteyên bajar qedexeya derketina derve îlan kir.
Walîtiya Sêrtê li herêma di navbera "cadeyên Aydinlar, Cumhuriyet, Şêx Zeynep, Şêx suleyman, Ahmet Kîgan û kolanên 427, 429, 652" de dimîne ji 15'ê tîrmehê heta fermaneke duyeminîn qedexe îlan kir.
Li navenda bajar ber bi sibehê li dijî qişleya leşkerî û navenda polîsan çalakî pêk hatibû, piştî çalakiyê jî gelek tax ji aliyê leşker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin.
(zt)