Li hember hişmendiya mêr çîroka serkeftine
09:38
JINHA
WAN - Farah Diba Aslan di temêne piçûk de ji b o ferzkirina hişmêndiya mêran, xwe bi zorê girtiyê û di temêne piçûk de tê zewicandin. Farah bi nivîsên ku dinivîse û bernama radiyo pêşkeş dike serî li rolê ku di civakê de ji bo jinên hatin avakirin şikand.
Hişmendiya mêran di civakê de role jinê hatinê pîvan û jiyanan jinê bi van pîvanan tê astênkirin. Jinan li hember hişmêndiya mêran û li hemû qadan xwe pêşxist. Farah Diba Aslana ku (29) di temêne pîçûk te tê zewicandin li hember hişmêndiya mêran têkoşîn dike dest bi weşana bernameya radiyo û nivîsandinê dike. Farahê diyar kir ku dema ew di temêne pîçûk de li hemû bajarên Tirkiyê li nav zeviyan xebitiyê û bavê we hîn 8 salî jerê dibejê 'tu jinî divê tu serê xwe bigrê'. Ji bo vê hişmendiyê Farah neçar dimîne û sere xwe digire.
'Li hemû qadên jiyanê mafê jinê te astêng kirin'
Farah diyar kir ku dema mirov jin be û ji malbatêk kevneperest bê di hemû qadên jiyanê de mafê jinê te astêngkirin û dema jin derkeve kolanê jî bi hişmendiyêk cuda jinê dinîrxînin. Farahê got: " Di eşîra me de qada ku jin lê azad be tenê nava xaniyaye, ew jî dema mêr ne li mal be. Dema mêvan tên jin derbasî odayê dibin û jin û mêr cuda rûdinin. Jiyana min hemû bi şahidiya van hişmêdiya mêran a desthilat derbas bû.” Farahê anî ziman ku dema wê dixwest were guhertin ji aliyê bavê xwe rastî bertêkên tûn tê û wiha berdewam kir: "Dema bavê min li mal ba min sere xwe digirt û dema ku derdiket kolanê min serê xwe vedikir. Carna dema ez derdikêtim kolanê jî min laçika sere xwe davêt û ku ez dihatim malê min dîsa laçika xwe dida serê xwe. Herî dawî çiqas ne bi keyfa min bi jî bû ez neçar mam û min laçik da sere xwe.
' Ez her tim di nava lêgerînê de bûm’
Farahê dest nîşa kir ku hîn di temêk piçûk de bavê wê jê re gotiyê 'tu êdî mezinbûyî dibe tu bi zewicê' û Farah ji aliyê bavê xwe ve bi zorê hatiyê zewicandin. Farahê wiha berdewam kir: “"Piştî ez zewicîm jî nerînên malbatê li hember jinê nehat guhertin. Lê bês ez her tim di nava lêgerînekê de bûm. Min beyî destura malbatê, xwe li dibistna derve qeyd kir û min lîse ji derve qêdand."
'Min tu car dev ji nivîsê berneda'
Farahê da zanî ku ji bo ku ew hewceyî mêran nebe wê dest bi weşana bernama radiyo kiriyê û wiha dirêjî da axiftina xwe: " Di jiyanê de rêgeze min henê bi rasbûna van rêgezan ez muhtacî tu kesî nebûm. Min di nava jiyanê de rola dayiktiyê girtibû û ez dayika jiyanê bûm min nikarîbû hişmêndiya paşvêçûna civakê qabûl bikim. Min li ser vê armancê dest bi weşna radio kir."
'Ez dixwazim bi nivîsên xwe pirtûk bi nivîsînim'
Farahê anî ziman ku li gel weşana programa radiyo daxwaz wê ya nivîsandinê jî heye û wiha axaftina xwe bidawî bir: " Ji zaroktiya xwe her tim min dixwest li qaxiza sipî nivîs binivîsim. Ji bo ku nivîs wek ku tu tayê merşêkî bi hûne. Min ji wan pêyvên bê wate nivîsên nexşkirî dinivîsî.” Farahê diyar kir ku bi nave kî cuda li rojnemêyekî qonciknivîs nivîsiyê û wiha li axaftina xwe zêde kir: " Ji bo carna min nivîsên civakên yên rast dinivîsîn min nave xwe yê rast nedida ji bo ve jî min gelek nivisên xwe jî şewitandin. Lê bês tucar daxwza min ya nivîsandinê xilas nebû, bi min re hîn behtir daxwaz çebû. Wateya ku min dida hevokan pir cuda bû. Di demên pêşde ez dixwazin pirtûkêk binivîsim."
(htk/hu)