Bi hêviyên mezin derketibûn rê….
10:09
Oyku Dîlara Keskîn/ JINHA
STENBOL – Bi armanca dest bi bidin şoreşa Rojava bi şîara ‘me bi hev re parast em bi hev re ava dikin’ 33 ciwanên berbi Kobanê ketibûn. Heyalên 33 rêwiyên xeyalê wê hevalên wan temam bikin. Hevalên wna sond xwarin ku wê têkoşînê pêl bi pêl mezin bikin û tevî salek jî derbas bû darazê ti tiştek nekir.
Federasyona Komeleyên Ciwan yên Sosyalîst (SGDF) bi armanca avakakirina Kobanê û dest bidin şoreşa Rojava ketin rê û 33 endamên wê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da. Di ser de salek derbas bû. bi şîara ‘me bi hev re parast, emê bi hev re ava bikin’ kampanya pêk hatibû. Di çavçoveya kampanyayê de wê di 19-24’ê Tîrmeha 2015’an de li Kobanê bûna. Armanca wan ev bû ku şahidiya şoreşê bikin û zarokan re parqekê çêbikin. Beriya derbasî Pirsûsê bibin di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê li ber navenda Çanda Amara di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de 33 ciwan hatin qetilkirin.
Bîranîna xwe li her qadên jiyanê hiştin
Beriya derketin rê kampanya dihatin meşandin. Jinan aktîf rol digirt. Ezgî Saadet di ropartaja ku beriya biçe Kobanê, da kelecan û tiştên ku wê li Kobanê bikin vegotibû. Ezgiyê gotibû divê xwedî li şoreşa Rojava bê derketin. Ezgiyê diyar kiribû kul i Kobanê qadeke kreşê heye û gotibû wê restore bikin û bikin parqa zarokan.
Xeyalên wan wê nîvco nemîne
SGDF, bi şîara ‘Wê ti xewn nîvco nemîne’ kampan hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de hat diyar kirin ku edleta ji bo Pirsûsê bê kirin ji bo her kesî tê kirin û di çarçoveya vê de wê biçûna Cizîrê. Di 20’ê Tîrmehê de wê bi awayekî hevdem li Kobanê û Pirsûsê bin.
Li aliyê din tevî ku di ser komkujiya Pirsûsê de salek derbas bûye jî ti berpirs nehat darizandin doza ku Midûriyeta Polîsan a Pirûsê dihat darizandin bi veşarî hat dîtin.
Li pey ciwanên ku jiyana xwe ji destdan, tiştên nîvco mane, wê hevalên wan temam bikin. Piştî komkujiyê hevalên wan soza girêdayîna bîranîna wan û serkeftinê dan. Hevalên wan zêdetir têkoşiyan û lêgerîna edelet, azadiyê berdewam dikin.
(gc\hu)